Dozger ji bo 2 BDP'yiyan daxwaza berdanê kir
Dozger ji bo 2 BDP'yiyan daxwaza berdanê kir
Dozger ji bo 2 BDP'yiyan daxwaza berdanê kir
Ji bo Parlamenterên BDP'ê Îbrahîm Ayhan û Gulseren Yildirim ên ji doza 'KCK'ê girtî ne, dozger daxwaza berdanê kir.
Piştî ku 5. Dadgeha Cezayên Giran îtiraza girtinê red kir, parêzeran serî li dadgeheke bilindtir da û 6. Dadgeha Cezayên Giran jî piştî nirxandina serlêdanê dosya şand ji dozgeriyê re û mutalaa wî ya der heqê îtirazê de xwest. Dozgeriyê di mutalaa xwe de biryar da ku ji ber dema dirêj a ragirtinê, her du parlamenter bên berdan.
Çav li rê ye biryara dawî ya der heqê 2 parlamenteran de, ji aliyê 6. Dadgeha Cezayên Giran ve îro bê dayîn.