Dozger xwest Yildirim a BDP'yî bê berdan
Dozger xwest Yildirim a BDP'yî bê berdan
Dozger xwest Yildirim a BDP'yî bê berdan
Der heqê Parlamentera BDP'ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim de, ku ye ji 22 kesên di doza 'KCK Mêrdîn'ê de tê darizandin, dozger daxwaza berdanê kir.
Doza 'KCK Mêrdîn' ku 8 jê girtî 22 lê tê darizandin, îro li 5. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dewam kir. Di rûniştina dozê de dozger daxwaza berdana parlamenter Yildirim û dewama ragirtina 7 kesên din kir.
Li pêşberî vê daxwaza dozger, heyeta dadgehê navbera da rûniştinê. Tê payîn dadgeh di saetên êvarê de biryara xwe ya dawî der heqê daxwaza berdana Yildirim de bide.