Dozgerên Frensî ji bo Erefat lêpirsîn dan destpêkirin

Dozgerên Frensî ji bo Erefat lêpirsîn dan destpêkirin

Dozgerên Frensî ji bo lêkolînkirina îdîayên der barê mirina rêberê efsanewî yê Filistînê Yaser Erefat de, lêpirsîn dan destpêkirin. Lêpirsîn di çarçoveya doza di meha borî de ji aliyê malbata Erefat ve hatibû vekirin de dest pê kir.

Zanyarên Swîsreyî dabûn diyarkirin ku li ser tiştên Erefat "polonium" hatiye tesbîtkirin. Lê li gorî çavkaniyên fermî, rêberê Artêşa Rizgariya Filistînê Erefat do emcama xirabûna sîstema xwînê de jiyana xwe ji dest daye.

Enstîtuya Radyofîzîk a Lozanê ragihand ku ew ê li ser cenazeyê Erefat lêkolîn bikin û ji bo vekirina gora Erefat û anîna cenazeyê wî hevsera wî bersivek erênî daye.

Berdevkê nexweşxaneya zanîngeya Kantona Vaudê ya Swîsreyê Darcy Christen, da zanîn ku demek kêm maye û êdî ne meh, çend hefte mane.

Televîzyona El Cezîre der barê mirina Yaser Arafat ku di sala 2004’an de jiyana xwe ji dest da de li Swîsreyê lêkolîneke pêk anî û encama wê aşkera kir. li gorî lêkolîne derketi holê kku li ser amûrên Arfat madeya radyoaktîf hatiye dîtin.

Polonyuma ku madeyeke asta wê bilind a radyoaktîfe, cara yekemîn di sala 2006’an piştî mirina sîxûrê KGB Aleksander Lîtvînenko ketibû rojevê. Di encama lêkolîna ku hate kirin de hatibû tespîtkirin ku muxalîfê Kremlînê Lîtvenenko, ji ber polonyuma ku tevli çaya wî bûye jehrî bûye.

Li gorî îdiaya televîzyonê, li ser firçeya diranan, cil û bergên wî testên hatine kirin de di astek bilind de polonyum hatiye dîtin. Li ser vê yekê hevsera Arafat, Suha Arafat ji bo encama teqez ji rêveberiya Filîstînê xwe ku goristana hevserê wî vebe.

Di encama lêkolîna Enstîtuya Radyofîzîk a bajarê Lozana Swîsreyê ya li ser cil û bergên Yaser Erefad hate kirin de mîqrata Polonium-210 hate dîtin. Li gorî agahiyan tenê mîqtara 20 a vê madeya Poloniumê dikare mirovan bikuje.

Rêberê Filistînê Yaser Erefad di 24’ê tebaxa 1929 de ji dayîk bû, tevahiya temenê xwe diyarî têkooîna azadiya Filistînê û ji pêkanîna aşitiyê kir. Di 11’ê mijdara 2004 de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.