Dozgeriyê xwest rewşa girtî ya 3 parlamenteran dewam bike
Dozgeriyê xwest rewşa girtî ya 3 parlamenteran dewam bike
Dozgeriyê xwest rewşa girtî ya 3 parlamenteran dewam bike
Dozgeriyê di mutalaa xwe ya der barê Parlamenterê Wanê Kemal Aktaş, Parlamenterên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Selma Irmak de xwest, her sê parlamenter neyên berdan.
Der heqê parlamenter Kemal Aktaş, Faysal Sariyildiz û Selma Irmak ên li 6. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê zêdeyî 4 sal in bi awayekî girtî tên darizandin, ji ber biryara "dema dirêj a ragirtinê" ya Dadgeha Destûra Bingehîn mutalaa dozgeriyê hat xwestin, lê belê dozgeriyê di mutalaa xwe de xwest, her sê parlamenter neyên berdan.
Der heqê parlamenter Îbrahîm Ayhan û Gulseren Yildirim ên li 5. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tên darizandin de jî ji dozgeriyê mutalaa hatibû xwestin û dozgeriyê xwestibû her du parlamenter bên berdan.