Dr. Berwarî: Komîsyona hilbijartinê ne serbixwe ye
Dr. Berwarî: Komîsyona hilbijartinê ne serbixwe ye
Dr. Berwarî: Komîsyona hilbijartinê ne serbixwe ye
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û berdevkê lîsteya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK) Dr. Kamêran Berwarî destnîşan kir ku komîsyona hilbijartinê ne serbixwe ye û di bin bandora deshilatdariya siyasî de ye.
Berdevkê lîsteya PÇDK‘ê ya hilbijartinê Dr. Kamêran Berwarî di hevpeyvîneke taybet a li gel Çetirpress’ê de rexneyên tund li ser daxuyaniyên komîsyona bilind a hilbijartinê kir.
Berwarî got, "Komîsyona bilind a hilbijartinê, li beramber partiyên siyasî û saziyên hizbî, hikûmet û ewlekariyê, ti bandoreke xwe nîne. Eger xwedî bandor bûya, wê dema biryarek da, tevî hemû zextên partiyên siyasî jî diviyabû xwedî li biryara xwe derketibûya. Divê komîsyon xwedî li biryara xwe ya li ser dema hilbijartinê derkeve û vê biryarê neguherîne."
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û berdevkê lîsteya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK) Dr. Kamêran Berwarî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ewşa Rojavayê Kurdistanê û rexne li helwestên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û partiyên Îslamî yên Başûrê Kurdistanê kir.