Pisporê Îslamê Dr. Sadiq Hassan Îtaimsh diyar kir ku teoriya “Pevçûna Şaristaniyan” a piştî 11’ê Îlonê pêş ket “derewek mezin e” û got; "Günter Grass tu carî bi Necip Mahfuz nakeve nava pevçûnê, şaristanî û çand ber bi hev re diherikin." Dr. Îtaimsh diyar kir ku AKP ji bo Îslamê xeteriyek mezin e û partiyên Îslamî yên li Iraqê ji bo aramiya li herêmê asteng in. Dr. Îtaimsh lêgerîna Misilmanan a ji bo demokrasiyê ji ANF’ê re vegot.
Pisporê Îslamê Dr. Sadiq Hassan Îtaimsh, zanyareke Iraqî ye, sê serdemên li Iraqê; qiraliyet, rejîma Seddam û serdema îro jiyaye û li bajarê Nasurihiye ya li başûrê Iraqê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî û amadeyî li Bexdayê qedandiye. Prof. Hassan di ciwantiya xwe de di nava xwepêşandanên li dijî rejîma Baasê de cih girt. Di sala 1963’ê Baasî hatin ser desthilatiyê, Prof. Hassan hat girtin.
Piştî ku du salan di girtîgehê de dimîne, li Zanîngeha Musilê weke akademîsyen dixebite. Dr. Hassan Îtaîmsh di sala 1968’ê de hat Almanyayê. Li vir lîsansa bilind qedand û di sala 1976’ê de dîsa vedigere Iraqê. Karê xwe yê li Musilê didomîne. Li wê demê de Seddam li ser desthilatiyê bû.
Heta sala 1980’ê xwe li ber jiyana di bin desthilatiya Seddam de digire û tevî hevsera xwe, du zarokên û du bawulên xwe di sala 1982’ê de dîsa vedigere Almanyayê. Ji ber ku dema şerê Îranê û Iraqê dest pê kir, rûyê rast ê rejîma Baasê aşkere bibû. Ji wan re digot; “An alîgirên me bin, an jî cezayê mirinê. Li Almanyayê dîsa dest bi zanîngehê dike û beşa zanîsta Îslamê dixwîne.
Dr. Îtaimshm li Almanyayê li zanîngehê cûda, bi akademîsyenên cûda re dixebite. Niha çav vegeriyane ser Sûriyeyê, lê kaosa li Iraqê hîna jî berdewam dike. Dr. Îtiamsh behsa vê yekê kir. Prof. Dr. Îtaimsh ji ANF’ê re axivî.
- Em ji welatê we Iraqê dest pê bikin. We sê serdemên krîtîk ên Iraqê: beriya Seddam, piştî Seddam û dema niha jiya. Ger em her sê serdeman bînin ber hev, tabloyek çawa derdikeve holê?Di rastiyê de zoriyên her sê serdeman hebû. Di van hemû serdeman de rewşembîr û zanyarên Iraqî nekarîn azadiya ramanê bijîn. Tenê ji sala 1958 heta 1960 di dema Qasim de, gelê Iraqê û rewşembîran nefes rehet standin. Her çendî Qaism neteweperest be jî lê dîsa jî aliyê wî yên pir îdeal hebûn. Lê di warê polîtîk de tecrubeyên wî tune bûn, ji ber wê jî bi zextên Baasiyan re rû bi rû ma.
Sala 1963’ê ya ku Baasiyan desthilatiyê xistin destê xwe saleke reş e. Weke dema li Almanyayê Nazî hatin ser desthilatiyê bûn. Baasiyan dest bi qiyameta li hemberî çepgir, demokrat û rewşembîrên lîberan kirin. Ji wê rojê heta îro kaol ji Iraqê neçû. Amerîkayiyan Seddam anîn ser desthilatiyê, piştî 40 salan ji xwe re bi kar anîn, ji text xistin.
"LI IRAQÊ AZADIYA RAMANÊ HEYE, LÊ DEMOKRASÎ TUNE"
-Gelo Amerîkayiyan Seddam bi kîjan planê anîn? Çima ev plan piştre guherî?Niyeta wan ew bû ku berê komara nû ya Iraqê bide Rojava. Ji ber ku li gorî Rojava kontrolkirina Iraqê, kontrolkirina hemû herêmê ye. Divê neyê ji bîrkirin Îran û welatên din ên herêmê weke îro ne bi hêz bûn. Her wiha, Iraq navenda Pakta Bexdayê bû. Gava di 40 salan de hevsengiya li herêmê guherî, rola Seddam jî qediya..
- Hûn rewşa Iraqa niha çawa dinirxînin?Bi rastî jî peyva demokrasiyê ji Iraqê pir dûr e. Rast e piştî rûxandina Seddam sîstema parlementoyê, azadiya ramanê û çapemeniyê hat. Lê kaos didome. Hema bêje salê carekê diçim Iraqê. Berê du sê rojnamevan li Iraqê dixebitîn, lê niha bi dehan rojnamevan hene. Mirov tişta dixwazin dinivîse. Lê li ser desthilatiyê cemeat û terîqet hene. Di navbera Şiî û Sunniyan de şerê desthilatiyê heye.
- Gelo têkoşîna sereke ya di navbera her du mezheban de desthilatî ye?Navê wan partî ne, lê di rastiyê de ji bilî ol tu hedefek din a wan tune ye. Ji ber ku bi temamî partiyên mezheban in. Mînak em partiya CDU (Yekitiya Xirîstiyanên Demokrat) ya Almanyayê binirxînin. Her çendî peyva ‘Xrîstiyan’ hebe jî, lê hedefa wê ya olî tune ye, bi temamî partiyeke laîk e. Lê ev yek li Iraq û welatên Îslamê ne wisa ye. Li welatên me bîrdozî bi temamî ol e, ev yek jî li pêşiya demokrasiyê dibe asteng.
'HÊVIYA ME YA JI KURDAN ZÊDETIR BÛ'
- Hûn der barê rola Kurdan a di têkoşîan desthilatiyê ya li Iraqê de çi dibêjin?Weke rewşembîrên Iraqî, me hêviyeke mezintir ji Kurdan dikir. Em vê yekê tu carî ji bîr nakin.;Di hemû pêvajoyên Iraqê yên herî zêde hatin perçiqandin û nexweşî ditîn Kurd in. Ji nava hemû gelên li Iraqê herî zêde Kurdan li ber xwe da. Partiyên herî mezin ên Kurdan PDK û YNK’ê divê pêşengiya demokrasiyê bikiribana. Ji ber ku wana gelek zext û zordarî dîtiye, divê xebatên demokratîk bikin. Lê şerê wan ê navxweyî yê beriya çend salan, ne tenê ziyanê dan Kurdan, dan hemû gelên Iraqê.
Mixabin siyaseteke feodal dimeşînin. Ferqa wan ji mîrnişînên Behdînan û Soranê tune ne. Heta niha li Kurdistana Iraqê azadiya raman û çapemeniyê bi başî pêş neketiye. Li vir jî astengî hene. Divê Kurd rejîma eşîretan red bikin. Bê guman rewşa Kurdistanê ji hemû herêmên Iraqê baştir e. Lê divê hikûmeta Kurdan bi awayeke xurt li hemberî gendelî û bertîlan têbikoşe.
-Kurd li Bexdayê rolek çawa dilîzin?Hevsengiya kurdan a li Bexdayê baş dixuyê û derfetan baş dinirxînin. Partiyên Sunnî yên Bexdayê, netewperestên klasîk yên erebin û tu ferqa wan ji netewperstên Tirkiyeyê tune. Ji vana yek jî Tariq Haşimi ye. Lê Hamîşiyê netewperset û mafên gelê kurd neda li Kurdistanê hate veşartin.Çima? Ji berk u kurdan jê re got; Me îro tu parastî, lê dema tu çû Bexdayê divê tu me bi parêzî û bo me bixebitî.
- Kurd ji derfeteke wisa sud bigire, polîtîkayek di cih de nîne?Li gorî min nîne. Ji ber ku vana ola radîkal û netewperest in. Sibê dikarin derbikevin û bêjin ‘Jixwe em hemû musliman in û welatiyê Iraqê ne’ û mafê kurdan tune bihesibînin. Ji ber vê jî divê kurd ne bi komên olî re, bi hêzên demokratîk yên Iraqê re hevkariyê bikin. Li gorî min siyaset gelek girîng e. Lê li gorî rêgezan tevnegerin ew ne siyasetek paqij e. Bi kurtasî ez vê dibêjim; li gorî min kurd divê êdî xwe ji feodalîzmê dûr bixin.
ÇARESERIYA HERÎ BAŞ: RÊVEBERIYA FEDERAL
-Hun li Iraqê li gel kîjan modelî ne?Gelo divê Iraq, li sê dewletan bê parvekirin?Iraq ji 18 eyaletan pêk tê. Her eyalet divê bigihêje rêvebriyeke fedaral. Divê her herêm hem azad bibe û hem jî divê girêdayê rêveberiyeke herêmî be. Mînak dikarin pergala federal a Almanyayê mînak bigirin. Destpêkê divê mirov pirsa ‘Hun dixwazin bi hev re bijîn?’ ji welatiyên herêmê bipirsin. Her ku bi hevrebûn hebe, divê hemû Iraq li 18 eyaletan veqete. Divê polîtîkayên çandî û aborî yên van herêma serbixwe bin. Li navendê jî divê tenê wezareta karê derve û parastinê hebe.
-Mirov dikarin bêje guherîna Îslam û Welatên Ereb ji Iraqê dest pê kiriye?Bê guman guherîna Iraqê bandor li ser welatên ereb kir. Li welatekî îslamî her çendî guhertinek bi şer jî pêk hatibû hêvî da mirovan. Li aliyê din jî Iraqek demokratîk. Di serî de hemû welatên cîran û welatên din xiste nava fikarê. Tirkiye jî jixwe ji bihêzbûna kurdan tirsiya. Welatên Erebîstan û Îranê jî ketin nava fikaran ku li Iraqê azadî û demokrasî pêş bikeve.
Li gorî min sedema nerawestandina şîdet û kaosê ya li Iraqê ev e. Ji Tûnisê, Cezayîrê heta Efxanîstanê gelek kesên ji welatên îslam û ereb li Iraqê êrîşên terorê pêk anîn. Li girtîgehên Iraqê binêrin, gelek welatiyên Suriyê, Tûnis û Erebîstanê ji ber êrîşan cezayê darvekirinê girtine.
11’Ê ÎLONÊ BANDOREK ERÎNÎ LI ÎSLAMÊ KIR
- Êrîşên 11’ê îloana 2001’ê bandorek çawa li ser îslamê kir û çi guhert?Li gorî min bandorên erînî jî hebûn yên neyînî jî hebûn. Bandora neyînî ew bû ku şîdet bi navê îlsma û ol hate kirin. Kesê ku ol rast dinasîn, gotin ‘binêrin îslam terorê dike’. Ez tenê ji bo welatên rojava nabêjim. Ji ber ku ev şîdet li welatên herêmê mezin yên îslamê jî pêk hat. Ji ber vê hin misliman jî vê difikirin. Bandora wê ya erênî jî ew e ku bi bûyerên şîdetê re çavê mislimana vebû. Bi rastiya ‘Em olê rast şîrove nekin dê bibe belaya serê me’rû bi rû man. Ya girîng jî ev bû pirsa ‘Em îslamê re çawa bijîn’ derket pêş.
- Pirsgirêka Îslamê ya herî girîng çi ye û taybetiya wê ya ji olên din cuda dike çi ye?Di serî de, divê mirov li vê taybetmendiyê baldar bin. Li seransrê cîhanê 1,3 mîlyar misilman hene. Lê ji vana gelek şêwaza jiyana îslamê naynin cih. Divê pêşî mirov ola xwe fêm bikin. Îslam ne tenê îbadet û hec e. Îslam felsefeyeke jiyanê ye. Ger ev bê fêmkirin wê demê dê misliman bizanin ku dê çawa bijîn. Hin misliman hene hemû şertên îslamê tîne cih. Lê di jiyana kar de ne durist in. Piştre jî dibêjin ol cuda bazirganî cuda ye. Heneka îslamê ev e; her dem û bê dem.
"DI ÎSLAMÊ DE VATÎKANÊ NABE, ÎSLAM FELSEFEYEKE "
- Ji ber ku di îslamê de pergalenek navendî ya wekî Vatîkanê tune, ev nabe asteng?Na , ji ber ku îslam ji xiristaniyê pir cuda ye. Di îslamê de navendîbûn tune. Hz. Muhammed wiha gotiye: “Ez dibêjim çi xerabe, çi baş e. Divê êdî hun biryara wê bidin.” Yanî di îslamê de zext tune. Pêxember bi xwe sefîree. Gotiye ku ‘riya bi me re riya rast e. Lê hun dizanin. Heta ku em êrîşê we nekin hun tevli me nebin.”
- Hin kes îdia dikin ku bi rakirina xelîfebûnê bandorek neyînî li Îslamê bûye?Ez tevlî nabim. Ji ber ku rêbaza xelîfetiyê rêbazeke zordar e. Dema Osmanî, Ebasî, Emewiyan wisa bû. Her wiha xelîfetî li roja me ya îro nayê. Mirov dê kê bikin xelîfe? Tirkekî? Erebekî? Gelo dê li ku derê rûne, Stenbol, Qahîre an jî Bexda? Dê ji kîjan mezhebî be? Sunî, Şîî? Ez dîsa dibêjim. Îslam ne rêbaza rêveberiyê ye û nabe navendîbûn. Îslam felsefeya jiyanê ye.
ÎSLAMA RASTÎ TU CARÎ ÇÊNEBÛ
- Belê gelo felsefe bi giştî ketiye meriyetê? Na, îslama rastî neketiye meriyetê.Teoriya wê heye lê tu carî negihiştiye pratîka îslama di Quranê de tê gotin. Piştî 11’ê îlonê teroriya ‘Pevçûna Şaristaniyan’ a Samuel Huntîngton hate rojevê. Li gorî min ev dereweke mezin e. Günter Grass tu carî bi Necip Mahfuz nakeve nava pevçûnê, şaristanî û çand ber bi hev re diherikin."
-Hun di cîhana modern a Îslamê de AKP ya ku ev 10 sale Tirkiyeyê bi rêve dibe çawa dibînin?Polîtîkaya AKP’ê ji bo îslamê xeter e. Her sal desthilatiya AKP’ê bi hezaran peywirdarên olî diçin cihên cuda yên cîhanê. Li wan deran di bin navê mislimantiyê de îdeolojiya xwe belav dikin. Ya duyemîn jî li dijî olên din baweriyên din rêzdariya wan tune ye. Ev rewş bi tena serê xwe nokokî ye. Misliman pêî rêzê de dide kêmarên din, olên din.
AKP ev 10 sale nahêle ku li cihekî dêrek vebibe, nahêle ku xiristiyan, eleweî wecîbeyên xwe yên olî bînin cih. Vê jî di bin navê Îslamê de dike. Li vir feraseteke şaş a azadiyê heye. Tiştên kul i kurdan tên kirin jî ji xwe li holê ye. Ger ku musliman be divê ewil mafê kurdan bidê. Hinek oldarên erebe hene dibêjin; li AKP’ê binêrin hun jî partiyekê ava bikin.’ Lê ji bilî wan her kes AKP’ê nas dike.