Dr. Kurunfulyan jiyana xwe ji dest da
Dr. Kurunfulyan jiyana xwe ji dest da
Dr. Kurunfulyan jiyana xwe ji dest da
Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê Dr. Hirant Kurunfulyan li mala xwe ya li Qamişlo çû ser dilovaniya xwe.
Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê û endamê Heyva Sor a Kurd Dr. Hirant Kurunfulyan ku bi eslê xwe ermenî ye, li mala xwe ya li bajarê Qamişlo di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.
Dr. Hirant Kurunfulyan li bajarê Qamişlo dijî lê ev 30 sal bûn li bajarê Amûdê bijîşkî dikir. Kurunfulyan di nava xelkê bajêr de bibû nimûneya jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê. Kurunfulyan ji kesên yekemîn bû ku di nava Komîteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê Navenda Heyva Sor a Kurd ku li Amûdê hate vekirin de cihê xwe girt.
Cenazeyê Kurunfulyan dê sibê li bajarê Qamişlo bi merasîmek girsteyî were definkirin.