Dr. Mehmûd Osman: Di vê partiyên Rojavayê Kurdistanê yekgirtî bin

Dr. Mehmûd Osman: Di vê partiyên Rojavayê Kurdistanê yekgirtî bin

Parlamenterê Iraqê û siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman, ji bo Sûriyeyeke demokratîk û bidestxistina mafên Kurdan bang li hemû partiyên Kurd kir ku di warê karên navxweyî û navneteweyî de yekgirtî bin.

Parlamenterê Iraqê û siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman, li ser hesabê xwe yê tora civakî facebookê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê daxuyaniyek weşand û destnişan kir ku di nava hefteya borî de nêzî 50 hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê hatine li Herêman Başûrê Kurdistanê û karbidestê herêmê gel baş pêşwazî lê dikin; lê belê rewşa Kurdên Rojava di warê paristin, aborî, siyasî  û jiyanî de ber bi xirabiyê diçe.

Osman di daxuyaniya xwe de daxwaz dike ku ji bo pirsgirêk çareser bibe hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê yekitiya xwe çêbikin û wiha dewam dike; “Ji bo çareseriya vê rewşê divê beriya her tiştî partiyên Rojavayê Kurdistanê, di warê helwestê de, di warê karkirinê de yekgirtî bin. Di aliyekê planên rejîma Esed û Îranê, li milê din jî planên Tirkiyê û hevpaymanên din li holê ne. Her wiha vekirina deriyê sînor û şandina alîkariyê ji bo Kurdên Rojava gelek giringe  da ku xelk birçî nebe û neçar nebe ku welatê xwe terk bikin.”  

Osman di dawiya daxuyaniya xwe de balê dikişîne li ser komkirina her curê alîkariyê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê û got; “Ji her demê bêtir, niha li ser rewşa Sûrî nîqaş tên kirin. Divê partiyên Kurd di warê peywendiyên navnetewî de û karên navxweyî de bi yekgirtî kar bikin ji bo peydakirina hemû cûre alîkariyê di nava civaka  navnetewî de,  da ku gelê Rojavayê Kurdistanê  jî bikarin ji bo xwe mafekî yê zagonî bi dest bîxin.”