Dr. Sûcû: Bendav û HES tenduristiya ruhî ya mirovan xera dike!

Dr. Sûcû: Bendav û HES tenduristiya ruhî ya mirovan xera dike!

Pisporê Tiba Xwezayî Dr. Sergen Sûcû diyar kir bendav û Santralên Elektrîkê yên Hîdro ( HES) li ser tenduristiya mirovan bandorek zêde çêdike û got ku ji ber hêrsa qezenckirina pere yan dewletê li herêmên ku ava ji bo zindiya pêdiviya herî bingehîn e tê qutkirin tenduristiya ruhî ya mirovan xera dibe.

Pisporê Tiba Xwezayî Dr. Sergen Sûcû bandora bendan û HES’an a li ser tenduristiya mirovan ji ANF’ê re vegot. Sûcû sedema bingehîn a obezbûn û nexweşiya ruhî bendav û HES nîşan da. Dr. Sûcû got: “Santralên Hîdro Elektîrîk, nukleer û termîk ev hemû ji derveyî qanûna parastina prîmer a xwezayê tevdigerin. Floryaya nebatan, curbicurbûna sewalan dikuje. Pêkhateya xweser a wê herêmê qetil dike,  zerarê dide mirov û zindiyên li van deran dijîn. Santralên Hîdro Elektrîk di heman demê çavkaniya me ya esasî ava me didize û vediguherîne pereyan. Dema di aliye tibî de jî em li vê dinerin ku av qirêj dibin vê avê bi mirovan didin bikaranîn, ev jî rê li ber alerjî, obezbûn, nexweşiyên ruhî û bi wan ve girêdayî dibe sedema gelek nexweşiyên din jî.”

BENDAV Û HES ZINDIYAN QETIL DIKE

Sûcû wiha dewam kir: “ziwakirina herêmekê, an jî herêmeke bi av tê hiştin, di heman demê de dibe sedema pirsgirêkên ruhî yên zindiyên wê herêmê.”

Sûcû diyar kir HES û bendavên li Kurdistan û Derya Reş tên çêkirin mirovan qetil dike.  

KANSER Û VÎRÛS BI LEZ BELAV DIBE

Dr. Sûcû anî ziman ku kanser û vîrûs bi awayekî bi lez belav dibin û ji ber em xwedî li xak û xwezaya xwe dernakevin bi tehlûkeyên pir mezin re rû bi rû dimînin. Dr. Sûcû wiha dewam kir: “Sedema ku di roja me de kanser û vîrûs ev qasî zêde dibin pergala dewletê ya ji bo qezenckirina pereyan xwezayê qetil dike.”