DSÎ hişyarî kir ku karesatek wek a çemê Botanê rû nede

DSÎ hişyarî kir ku karesatek wek a çemê Botanê rû nede

Midûriyeta Herêma 10'an a DSÎ'yê, daxuyand ku bi boneya Xeta Ava Vexwarinê ya Amed û Erxeniyê 15'ê Îlonê û 15'ê Cotmehê 2014'an dê ji bendava ser Çemê Dîcleyê av bê berdan û xwest ku welatiyên li devê çem dijîn bergiriyên xwe bigirin.

Vê pêla buhrî li ser çemê Botanê derên bendavê hatin vekirin û di encama wê de 6 kes di ber avê çûn û fetisîn. Midûriyeta Giştî ya Herêma 10'an a DSÎ'yê bi boneya vê yekê hişyariyek da. Midûriyeta Giştî ya DSÎ'yê, bi vê boneyê hişyarnameyek ji Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ, Parêzgariya Amedê û Midûriyeta Karên Santrala Hîdroelektrîk a Herêm û Dîcleyê re şand ku bi rêya çapemeniyê welatiyan hişyar û agahdar bikin.

ÎSTASYONA POMPÊ TÊ ÇÊKIRIN

Midûriyeta DSΠdaxuyand ku dê li keviya bendavê Îstasyona Pompê bê çêkirin, ji ber vê divê asta avê bê daxistin û hate diyarkirin ku ji ber vê yekê jî dê derikên bendavê bêne vekirin. Di hişyarnameya bi ser navê Yunus Algin hate şandin de tê destnîşankirin ku di navbera 15'ê Îlon û 15'ê Cotmehê de dê qepaxên bendavê bêne vekirin û asta avê heta 702 kotê bê daxistin.

 150 MILYON METREKUP AVÊ BERDIN

Di hişyarnameyê de sedema vê wiha tê diyarkirin: “Ji bo bi awayekî têkûz ava vexwarinê ya Erxeniyê bê dabînkirin dê asta ava bendavê daxin 702 m kotê û ji bo vê jî pêwîst e 150 hm3 av ji aliyê EUAŞ'ê ve berdine Çemê Dîcleyê. Di pêkanîna vî karî de ji 2 trîbûnan dê av bê berdan û 200 metrekup avê berdin Çemê Dîcleyê. Ev berdana avê dê 10 rojan bidome. Ji bo tu ziyanên mal û giyanî çênebin welatî dê ji aliyê TRT ve bê hişyarkirin.”