DTSO banga alîkariya ji Şengal û Rojava re li endamên xwe kir

DTSO banga alîkariya ji Şengal û Rojava re li endamên xwe kir

Serokê Desteya Rêveber a Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Amed (DTSO) Ahmet Sayar der barê kampanyayên piştgiriyê yên ji bo Êzidiyan û Rojava agahî dan.

Sayar bang li endamên xwe û gel kir ku piştgiriyê bidin kampanyayên ji bo gelê Şengal û Rojava.

Sayar diyar kir heta niha 193 hezar TL di hesabên piştgiriyê yên vekirine de kom kirine.

Sayar wiha axivî: “Tê zanîn ji roja ku Rojava bi awayekî fiîlî bi ambargoyê re rû bi rû hat wek DTSO me bi endamên xwe re piştgirî da Rojava, li gel piştgiriyê ji bo deriyên sînoran ji bazirganiyê re bên vekirin û bi vî awayî ji bo Rojava ne mûxtacbe, berevajî wê bi ticaretê li ser lingê xwe bimîne em xebitîn. Xebatên me yên di vî alî de didomin. Li gel vê di 4’ê Tebaxa 2014’an de me 5 kamyon alavên pêdiviyên bingehîn û xurekê şand. Dîsa di nav 1,5 mehê de bi xebatên koordînasyona alîkariyê ya em di nav de ne bi giştî 425 kamyon xûrek, av, kelûpelên pêwîstiyên bihgehîn, derman û tup hatin şandin.”

Sayar got ku li gel van di kampanyaya alîkariya pereyan a bi piştgiriya KCD’ê û saziyên sivîl ve hat destpêkirin, bi pereyên hatine komkirin xûrek û alavên pêdiviyên bingehîn kirîne û şandine. Sayar wiha dewam kir: “Heta niha di hesabên ku me li Vakif Bank, Turkiye Îş Bankasi û Turkiye Fînans Katilim Bankasi bi giştî 193.994,46 TL ji bo penaberên di encama trajediyeke mirovatiyê ji Şengalê hatin bajarê me kom kiriye, ji bo em wan bicih bikin jî em tevahî derfetên xwe seferber dikin.”

‘HER MEH EM ROJANE 200 KESÎ DIKIN MÊVAN’

Sayar diyar kir ku ji 11’ê Tebaxê heta niha bi piştgiriya sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Odeya Tabîban re rojane pêdiviyên 200 penaberan ên cih û xwarinê pêk tînin û her wiha 11’ê Tebaxa 2014’an beşek ji penaberên ku destpêkê hatin Amedê li avahiya xizmetê ya Perwerdeya Millî ya Berê ya ji aliyê DTSO ve tê restorekirin hatine bicihkirin û pêdiviyên wan tên bicihanîn.”

Sayar axaftina xwe wiha dewam kir: “Mêvankirina xwişk-birayên me yên Kurd ên Êzidî em wek berpirsiyartiyeke însanî û wijdanî dibînin, çi ji endamên xwe çi ji hemşeriyên xwe li hemberî vê trajediya mirovatiyê em li bendê ne gavên berbiçav ên pratîk biavêjin û piştgiriya xwe nîşan bidin.”