Du deverên Qendîlê hatin bombekirin

Du deverên Qendîlê hatin bombekirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk duh deverên Dola Bedran û Dola Şehîdan ên Qendîlê bombebaran kirin.

Navenda Çapaemenî Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê aşkere kir; “Roja 27’ê sibatê, saet di navbera 17.00 û 19.00 de deverên Dola Bedran û Dola Şehîdan ên Qendîlê yên herêma Qendîlê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve hatine bombebarankirin.”