Du kesên ku ketin kana komirê jiyana xwe ji dest dan
Du kesên ku ketin kana komirê jiyana xwe ji dest dan
Du kesên ku ketin kana komirê jiyana xwe ji dest dan
Kana komirê ya ku nedihat bi karanîn û kurbûna 100 metre bû, li qontara çiyayê Cudî wesayîtek qulipiyê û 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, li qontara çiyayê Cudî 32 km ji bajarê Şirnexê dûr, Kana kumirê ya ku bi salane nayê bikaranîn, wesayîtek dema derbaz bû qulipiyê. Dema ku xelkê herêmê derbaz dibe, dîtin ku wesayîtek qelibiye xeber dan leşker û ambulansê.
Li gorî lêkolînên ku li cihê buyerê hatin kirin, di wesayîtêde du kesan jiyana xwe ji dest dane. Her du kesên jiyana xwe ji destdane jî kesên bi navê Emer Kayaş û Abdulkerîm Gungen e.
Cenazeyê her du kesan rakirin nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê. Hate zanîn ku li der dora Kana komirê tu îşaretek ya hîşyarî yan jî agahdarî nebû, rayedaran jî di der barê mijarêde tuı daxuyaniyek nedan.