Du welatiyên Rojhilatê Kurdistanê hêjan di bin aşûtê de ne
Du welatiyên Rojhilatê Kurdistanê hêjan di bin aşûtê de ne
Du welatiyên Rojhilatê Kurdistanê hêjan di bin aşûtê de ne
Hat ragihandin ku li Şemzînanê ekîbên ji bo rizgarkirina 2 welatiyên di bin aşûtê de mane ku dê hatibana şandin, neçûne cihê bûyerê û niştecihên gund bi hewldanên xwe xebatên lêgerînê dewam dikin.
Li devera Serberan a girêdayî mezraya Şikeftan a gundê Qatûnê ye Şemzînanê du welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê Ziyad Bergahî û Perwez Dehkan ku din bin aşûtê de man hîn jî nehatine dîtin. Hat îdîakirin ku maşîne û ekîbên wê ji aliyê Rêveberiya Taybet a Bajêr hatibana şandin, nehatine şandin û maşîneyên berfê jî yên ji Şemzînan hatine şandin heta gundê Hasrova bi qasî 30 kîlometreyî rê paqij kirine. Niştecihên gund duh ji ber tarî ket erdê ku navber dabûn xebatên lêgerînê vê sibehê careke din dest pê kirin.
WALÎTIYÊ MAŞÎNE NEŞANDIN
Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Colemêrgê Ehmed Korkmaz têkildarî mijarê wiha got, "Wek Meclîsa Giştî ya Bajêr me 25 maşîneyên kar xwestin. 11 ji wan îsal hatin şandin. Lê mixabin ev maşîne li garaja Rêveberiya Taybet tên sekinandin. Derbarê mijarê de tu agahiyan nadin me. Em bang li Walî û rayedaran dikin. Bila demldest wan maşîneyan bişînin navçe û gundên me. Eger ev maşîne hatibana şandin welatiyên me ev qasî mexdûr nedibûn. Ez dizanim ku ji bo her du welatiyên di bin aşûtê de mane maşîne nehatine şandin. Eger walîtî wan maşîneyan bide em dikarin tavilê mudaxele bikin."
Ligel vê ji ber berfa ku bi rojan bênavber dibare li Colemêrg, Gever, Şemzînan, Xirwata û Bajargehê jiyanê pir bandor dike. tevayî rêyên gundên Colemêrg û navçeyên wê ji ber berfê hatine girtin. Ekîbên trafîkê, rêyên Wan, Colemêrg, Şemzînan, Gever û Bajargeh ku bi kontrol ji çûnûhatinê re vekirin rêyên Rûbarok ji ber berfê girtîne. Pêwendî bi 132 gund û 375 bajarokên Colemergê re qut bûne.