Du wesayîtên Serokê Komeleya Kurd hatin şewitandin
Du wesayîtên Serokê Komeleya Kurd hatin şewitandin
Du wesayîtên Serokê Komeleya Kurd hatin şewitandin
Du wesyîtên Serokê Komeleya Çanda Kurd a Basel ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hatin şewitandin.
Li bajarê Swîsre Baselê, du wesayîtên Serokê Komeleya Çanda Kurd Paşa Sabaz di 22’ê Cotmehê bi şev saet 24.00 de ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne diyar ve hatin şewitandin. Sabaz yê ku li Aescha Baselê rûdinê, yek ji wesayîtên wî li ber mala wî û ya din jî 150 metre dûrî mala wî li parkê bi hevdemî hatin şewitandin.
Li gel destwerdana polîs û arkujan jî wesayît bi temamî şewitîn. Polîsan li cihê bûyerê kes ne girt û ji bo wesayîtên din ên li herêmê parkkirî zerarê nebînin rakirin.
Serokê Komeleya Çanda Kurd Paşa Sabaz diyar kir ku ew vê rewşê fêmnake û anî ziman ku ti pirsgirêkên wî Yên şexsî li gel kesên din nîne, lewma ew wateyê nade ku çima wesayîtên wî yên kar hatine şewitandin. Sabaz da xuyakirin ku bi bûyer plankirî pêk hatiye û got, "Ez di nava Blokê de rûdinêm, wesayîteke min di nava parka min a taybet de û ya din jî 150 metre dûrî mala min li parkê bû. Saetên ku wesayît hatine şewitandin her kes li derve ye. Lê yên ku ev bûyer kirin pêştir ez şopandime û baş zanîne ka wesayîtên min li ku derê parkkirî ne."
Sabaz ku diyar kir rewşa bi serê wî de hatiye, ji ber nasnameya wî ya siyasî girîng e û ji rayedaran xwest ku di demeke kurt de bûyerê zelal bikin