Durûtiya YE’yê ya ji bo Romanyayê

Durûtiya YE’yê ya ji bo Romanyayê

Komîsyona Yekitiya Ewropayê (YE) têkildarî Romanyayê bi zimanekî tun raporek amade kir û xwest ku ji bo rêzê nîşanê mafên demokratîk bidin û serdestiya hiqûqê biparêzin ev welat tedbîran bigire. YE, li gel ku dema mijar bû Romanya ev qas tund diaxive, şuna ku mijar bû Tirkiye, bêdengiya xwe diparêze.

Li Romanyayê ku di sala 2007’an de bûye endamê Yekitiya Ewropayê, di navbera hikûmeta çepgir û Serokkomar Traîan Basescu de nexweşî derketibû û ev nexweşî piştî ku Basescu ji peywirê hat girtin, bi dawî bûbû.

Pêvajoya ku bi peywirgirtina Besescu yê rêberê rastgiran e bi dawî bû, çend roj beriya niha bi teşebûsa xwe kuştina rêberê sosyal demokratan ê berê Adrîan Nastase ku di girtîgehê de ye cardin geş bû.

Hikûmeta sosyal demokrat, îdîa kir ku ev karê Basescu ye û ew ji peywirê girt. Romanya wê bi referendûmê biryar bide ku Basescu ka dê li ser peywira xwe bimîne an na. Li gel vê yekê jî YE’yê Romanyayê bi binpêkirina mafên demokratîk û hiqûqê tewanbar dike. Duh, Komîsyona YE’yê derheqê Romanyayê de bi zimanek tund raporek weşand. Di pêşnûme rapora ji 22 rûpelan pêk tê de gotina “Ji ber têkiliyên bi YE’yê re lazime rêzê nîşanê daraza serbixwe û saziyên demokratîk were dayîn” hat bikaranîn.

Li gel ku YE’yê li hember Romanyayê behsa daraza serbixwe dike, li Tirkiyeyê ev çar sale bi destê daraza alîgir a girêdayî hikûmeta AKP’ê li ser kurdan komkujiyek siyasî dide meşandin. Li hemberî vê heta niha YE’yê bi yek dengî û bi avayekî xurt hêj jî bertek nîşanê vê yekî nedaye. Ev jî li aliyê kurdan, wekî ‘Durûtiya Ewropayê’ tê pênasekirin.