Duwemîn rûniştina doza "KCK'ê" ya Wanê destpê kir

Duwemîn rûniştina doza "KCK'ê" ya Wanê destpê kir

2'emîn rûniştina doza "KCK'ê" ya Wanê ya di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî heye destpê kir. Ji bo piştgiriya girtiyan gel li ber deriyê edliyeyê kom dibe.

Li Wanê di 7'ê Hezîrana 2012'an de li navenda Wanê û navçeyan li hemberî siyasetmedarên Kurd û şaredariyên BDP'ê operasyona bi navê "KCK'ê" hatibû lidarxistin. Di çarçoveya operasyonê de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Hevserokê berê BDP'a Wanê û parêzerê Buroya Hiqûqa Asrin Prz. Cuneyt Canîş, Şaredarê berê ya Elbakê yê ku ji aliyê Wezareta Navxweyî ve ji kar hatibû girtin Îhsan Guler, Serokê BDP'a Navçeya Bêgirê Mehmet Şîrîn Yildiz, Şanedarê Qelqeliyê Mûrat Dûrmaz, Serokê berê ya BDP'a Navçeya Elbakê û endamê KCD'ê Derwêş Polat, Şaredarê Artemêtan Abdûlkerîm Sayan, Serokê BDP'a Navçeya Çildêranê Metîn Adûgît, Serokê berê ya BDP'a Navçeya Erdîşê Velî Avci û Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendî Halîs Çakir hatibûn binçavkirin û girtin. Di rûniştina yekemîn a ku di 22'yê çileyê de hatî dîtin Şaredarê Artemêtanê Abdulkerîm Sayan û Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz hatibûn tahliyekirin.

RÛNIŞTINA DUWEMÎN DESTPÊ KIR

2'emîn rûniştina dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê destpê kir. Parêzerên girêdayî Buroya Wanê, parêzerên baroyên herêmê, şaredarên herêmê, Hunermend Suavî, Serokê Borsaya Bazirganiya Wanê (VATBO) Ferîdun Irak, rêveberên Navenda Giştî yên ÎHD'ê Şevket Aydemîr, Volkan Gorendag, Nûnera Komîsyona YE yê Tirkiyeyê Sema Kiliçer, nûnerên rêxistinên sivîl ên bajar, Şaredarê Artemêtanê Abdulkerîm Sayan, Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz, Şaredarê Elbakê Hecer Sarihan, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş tevlî rûniştinê bûn. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya berê ya Wanê Mîhrîban Şah serbest dê darezandin tevlî rûniştinê nebû. Siyasetmedarên Kurd bi wesayîtên rîngê anîn edliyeyê û polîsan li ber edliyeyê tedbîrên berfireh girtin.

Welatî jî ji bo piştgiriyê bidin girtiyan li ber edliyeyê kom dibin.