DYA’yê piştî ku Eniya El Nûrsa ya cîhandî ya li Sûriyeyê bi girêdana bi El Qaîdeyê re tê tawanbarkirin xist lîsteya “rêxistinên terorîst”, li hemberî du rêberên rêxistinê biryara pêkanînên malî hate girtin.
Wezareta Xizîneyê ya DYA’yê navên du rêberên rêxistinê Maysar Ali Musa Abdullah El Cuburi û Anas Hasan Katab xist lîsteya tarî. Bi vî awayî ger malê van kesan li DYA’yê hebe dê bên desteserkirin û dê welatiyên DYA yên ku bi van kesan re bazirganiyê bikin jî dê bêne cezakirin.
Piştî ku Wezareta Derve ya ya DYA’yê El Nûrsa xist lîsteya “rêxistinên terorîst ên biyanî”, ev biryara pêkanînên li hemberî rêberên wê hate girtin.
TIRKIYE DESTEKÊ DIDE VÊ KOMÊ
Eniya El Nûrsa ya ku destekê ji Tirkiyeyê digire red kiribû ku beşdarî Koalîsyona Neteweyî ya Sûriye ya li Qeterê bibe. El Nûrsa li Sûriyeyê bûye yek ji komên herî çalak ên çekdar. Roja 10’ê berfanbarê binkeya leşkerî ya Şêx Silêman a li Helebê bi dest xistibû.
Vê komê bi desteka Tirkiyeyê di navbera 19-23’yê ji aliyê Tirkiyeyê ve ketin serê kaniyê û êrîşê Kurdan kiribûn. Piştî ku li hemberî Kurdan bin ketin, ji Kurdan daxwaza agirbestê kirin û Kurdan bi şertê ku ji bajêr derbikevin da pêşiya wan û komê jî vê şertê qebûl kir. Piştî ku vegeriyan dewleta Tirk sînor girt û ji wana xwest ku li dijî Kurdan şer bikin.
Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê roja 11’ê berfanbarê (îro) pêşnûmeyek derbarê vê koma El Nûrsa de pêşkêşê Meclîsê kir û xwest Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan bibersivîne ka têkiliya AKP’ê bi vê komê re heye an na.