DYA Mucahîdên Gel ji lîsteya terorê derxist

DYA Mucahîdên Gel ji lîsteya terorê derxist

DYA’yê bi awayeke fermî rêxistina Mucahîdên Gel a Îranî ji lîsteya terorê derxist.

Ev biryara DYA’yê piştî nêrîva veşartî ya ku Wezîrê Derve ya DYA’yê Hillary Clinton ji Kongreya DYA’yê re şand hat dayîn. Clinton di begleyên veşartî de xwestibû rêxistin bi awayeke fermî ji lîsteya terorê were derxistin.

Wezareta Karê Derve ya DYA’yê der barê mijarê de daxuyaniyek da û girtina kampên Iraqê ku hevkariya pêşkêş kiriye û di nava 10 salên dawî de pêknehatina çalakiyên “terorê” wekî hincet nîşan da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xebatên berê yên rêxistinê nehatine jibîrkirin û wiha got: “Bi çalakiya îro re wezaret, çalakiyên rêxistina Mucahîdên Gel yên di salên 1970’î de li Îranê li hemberî welatiyên DYA’yê pêk anî û li ser axa DYA’yê di sala 1992’an de êrîş pêk anî, nekare ji nedîtî ve bê û ji bîr nake.”

Bi biryarê de di sala 1997’an de heta niha rêxistina di lîsteya rêxistina terorê ya DYA’yê de cih digire, desteserkirina hebûna mal a DYA’yê jî bi dawî bibû.

Lîdera Rêxistina Mucahîdên Gel Meryem Rajavî bi daxuyaniya ku da de kêfxweşiya xwe ya ji bo biryarê anî ziman û wiha got: “Ev biryar dereng be jî biryareke raste. Atengiyeke mezin ji riya hewldana demokrasiyê ya gelên Îranê rabûye.”

Derxistina rêxistina Mucahîdê Gel ya ji lîsteya terorê ne surprîz e. Mucahîdên Gel ku di sala 2009’an de YE’yê lîsteya terorê derxist di salên dawî de ji bo DYA’yê jib o Îranê di warê îstîxbaratê de piştgiriyek mezin dida. Li beramberî ku rêxistin ji lîsteya terorê hatiye derxistin de di mijara faliyetên nukleerê ya Îranê de tê îdiakirin ku îstîxbarat tê kirin.