DYA û Rûsya hevpar stasyona fezayê ava dikin
Rûsya û DYA ya di qada navneteweyî de di nava têkiliyên aloz de ne, ragihandin ku biryar dane hevpar stasyoneke ya fezayê ava bikin.
Rûsya û DYA ya di qada navneteweyî de di nava têkiliyên aloz de ne, ragihandin ku biryar dane hevpar stasyoneke ya fezayê ava bikin.
Li gorî daxuyaniya hevpar a meqamên rêveber ên her du welatan, agahî dan ku wê li rêgeha Heyvê stasyoneke ya fezayê ava bikin.
Di konferansa li bajarê Adelaîde ya Awûstralyayê de, bi merasîma îmzeyê, peymana hevkariya demdirêj a di navbera her du welatan de hate îmzekirin.
Projeya ku wê di bin berpirsyariya Odeya Hewayî û Fezayê ya Amerîka (NASA) de pêk were, wê têkildarî cîhan û deverên derdorî wê lêkolînan bike.