DYA’yê aşkera kir ku, wana perwerdeya eleman qezenckirina ji bo polîsên herêmî yên Efxan (ALP) rawestand. Sedemê rawestandina perwerdeyê jî weke, zêdebûna êrîşên bi unîformayên hêzên ewlekariya Efxan yên li dijî leşkerên NATO hate nîşandan.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku, di van demên dawî de êrîşên kujerî yên polîs û leşkerên Efxan yên li dijî leşkerên biyanî pir zêdebûye.
Daxuyaniya ku ji aliyê DYA’yê ve hatiye kirin, hate diyarkirin ku, rawestandina perwerdeyên eleman qezenckirina bo ALP’ê hêzên operasyonê yên taybet yên DYA’yê kirine û dê derfeta ‘sererastkirinek nû’ bidin hêzên ALP’ê.
Li Efxanîstanê niha ji hezaran zêdetir navend û perwerdeyên polîsên Efxan yên hêzên taybet yên DYA’yê didin xebitandin hene.
Berdevkê hêzên çekdarî yên li Efxanîstanê ÎSAF’ê da diyarkirin ku, biryara rawestandina perwerdeyên mijara gotinê tenê demkî hatine rawestandin, tê armanckirin ku programa hûrkolîna 8 pêngavî bêhtir bê dest girtin. Kesên ku ji bo perwerdeya hêza polîsên Efxan têne pejirandin, di programekî pewerde-kontrol ya 8 pêngavî re têne derbaz kirin.
Li gorî berdevkê ÎSAF’ê, niha û pêve di çarçoveya programê de hêjmara yekîneyên îstîxbarata dijber dê bêne zêdekirin, leşkerên Efxan yên ji iznê tên dê di hûrkolînekê re bêne derbaz kirin. Weke din jî dê firotina unîformayên leşker û polîsên Efxan bêne qedexekirin.
Rayedarên DYA’yê yên ji rojnameya Washington Post’ê re axivîn û diyarkirin ku, berê bi fikara dê leza mezinbûna hêzên ewlekariya Efxan direng bikevin, hinek caran program pêk ne di anîn.
Berdevkê fermandariya hêzên taybet yên DYA yê Albay John Harrel ji AFP’ê re axivî û da zanîn ku, kesên niha di perwerdeyê de ji biryarê bandor nabin, her wiha perwerdeya hêzên taybet yên Efxan jî weke heyî dê bidomin.
Hêza polîsên Efxan ALP ku hinek caran rê dikin herêmên dûr yên welat, bi binpêkirinên giran yên mafê mirovan têne rojevê. Li eyaleta Kunduzê fermandarekî ALP’î di nav de jin û zarok jî heyî 9 sivîl rêz kiribûn û dabû ber guleyan. Li eyaleta Uruzganê roja Çarşema borî, 3 leşkerên Awustûryayî ji aliyê leşkerekî bi unîformayên Efxanî hatibûn kuştin.
Li Efxanîstanê niha 130 hezar leşkerên NATO û 350 hezar hêzên ewlekariya Efxan hene. Di nava meha Tebaxê de 15, di nava vê salê de jî herî kêm 45 leşkerên NATO ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Efxan yên bi unîforman hatine kuştin.