DYA’yê Tirkiye di mijara Sûriyeyê de hişyar kir

DYA’yê Tirkiye di mijara Sûriyeyê de hişyar kir

Piştî ku gel li Rojavayê Kurdistanê rêveberî xist destê xwe, Tirkiyeyê gef li Rojavayê Kurdistanê xwarin û li Pirsûsê tetbîqatên tankan dikir DYA’yê Tirkiye hişyar kir û got: “Rewş bêhtir ber bi leşkerbûyînê ve birin rêyek rast nîne.”

Berdevkê Wezareta Derve yê DYA’yê Patrick Ventrell di derbarê tetbîqata tankan ya Tirkiyeyê li navçeya Pirsûsa Rihayê de wiha got: “Em berjewendiyên ewlekariya netewî ya Tirkiyeyê fêm dikîn. Lê belê em difikirîn ku rewşa niha heyî hêj zêdetir ber bi leşkerbûnêyînê ve birin ne rêyek raste.”

Di civîna çapemeniyê ya rojane de, derbarê liv û tevgerbûna leşkerên Tirk yên li ser herêmên bi Rojavayê Kurdistanê re sînor pirsîn, Patrick Ventrell jî bersiv da û da diyarkirin ku, di derbarê pêşketinên li Sûryeyê bi awayek sererast bi mutefîkên Tirk re di nava diyalogekê de ne, Tirkiyeya ku li ser sînorê Pirsûsê baregehên leşkerî çêdike û gefan li Rojavayê Kurdistanê dixwe hişyar kir: “Em berjewendiyên ewlekariya netewî ya Tirkiyeyê fêm dikîn. Lê belê em difikirîn ku rewşa niha heyî hêj zêdetir ber bi leşkerbûyînê ve birin ne rêyek raste.”

Li ser pirsa “Hun ji Tirkan operasyonekî leşkerî hêvî dikin?” Ventrel diyarkir ku, a niha muxalîfên Sûriyeyê hêj pêşdetir çûne û dest bi bidestxistina herêmên berfireh kirine, bangek mezin ku ji derve mudaxeleyî Sûriyeyê bikin hêjan nehatiye.

Li ser pirsek din Ventrell destnîşan kir ku, di mijara alîkarî dayîn û kapasîteya organîzasyona muxalîfan de li gel Tirkiyeyê li ‘heman qadê’ ne.

Her wiha li ser pirsek din jî Ventrell anî ziman ku, “li hemberî senaryonên bi rojanin hefteyanin tînin ziman amadekariyên xwe dikin û li gel vê jî piştî Esad jî planên bihişyarî dikin.” Ventrell aşker kir ku, lê belê di rewşa niha te tenê piştgiriyê didin muxalîfan.