Ebdilreham Hemo: Alîkariyên Kurdistaniyan ambargo vala derxist
Ebdilreham Hemo: Alîkariyên Kurdistaniyan ambargo vala derxist
Ebdilreham Hemo: Alîkariyên Kurdistaniyan ambargo vala derxist
Endamê Komîteya rêvebir ya Sînor ê Sêmalka Ebdilrehman Hemo diyar kir ku, wana alîkariyên ku ji perçeyên din yên Kurdistanê hatine Rojavayê Kurdistanê wergirtine. Hemo da zanîn ku, bi alîkariyên Kurdistaniyan ambargo şkandiye.
Piştî ku li herêma Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de re vebû, hinek bandor li ser jiyana gel kir û ambargo ku li ser gelê Rojavayê Kurdistanê hatibû ferzkirin bê bandor bû. Gelek alîkarî ji gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê ji gelê Rojavayê Kurdistanê re hatin berhevkirin. Di derbarê alîkariyên ku gihiştine Rojavayê Kurdistanê Endamê Komîteya Rêvebir a Sînor ê Sêmalka Ebdilrehman Hemo diyar kir û got:
''Alîkariyên ji gelê Kurd li perçeyên din yên Kurdistanê gihişte Rojavayê Kurdistanê evin: Milyonek lître mazot û hezar ton ard ji başûrê Kurdistanê, 200 ton erzaq ji xelkên Hewreman, 175 ton ji komîteya parastina girtiyan a Silêmaniyê, 64 karton derman ji Qendîlê 200 ton erzaq ji gelê Qesrok û 150 ton madeyên xwarinê ji Mexmûrê hatine. Her wiha Hemo da zanîn ku 600 karton derman ji rêxistina alîkariya gel, 88 kîs pêdiviyên zarokan ji rêxistina rizgarkirinê ya Norwicê, 150 wesayit erzaq û 2500 000 dînarên Îraqê ji gelê Derbendîxan, 600 ton madeyên xwarinê ji gelê Soran, 40 ton ji gelê kampa Mexmûrê jê 24 karton şîrê zarokan, 100 ton ji Midûriyeta Penaberan ya parêzgeha Duhokê, 226 karton derman û 300 kîlogram birinc ji rêxistina Silêmaniyê, 1500 kîlogram ard ji Hec Ebdilwehab ji Herêma Başûrê Kurdistanê û 400 kîlogiram birinc û 1500 kîlogram ji welatiyê bi navê Ebdela Xalid Heyder''.
Hemo da zanîk ku, wana erzaq radestî komîteya alîkara mirovahî ya Desteya Bilind a Kurd kirin. komîteya alîkara mirovahî li welatiyan belavdike. Hemo derbarê pira di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de got; '' Pir wê ji aliyê hikûmeta Başûr ve were amede kirin, ji ber ku rejîma Bass derî temam nekir hin perçeyên wê kêmin ji me re zehmete ku em wan peyda bikin, hikûmeta başûrê Kurdistanê hin muhendis şandin Rojavayê Kurdistanê û li pirê nêrîn, ku tu pirsgirêk dernekevin wê pir di demeke kin de amede be''.
Hemo di derbarê derbazbûna mirovan de balkişand ku, ji bo serdanan mirovan hîn hikumeta başûrê Kurdistanê tiştên xwe yên rotînî ne qedandiye, ji ber wê niha kesên nexweş û Desteya Bilind derbaz dibin. Her wiha Hemo destnîşankir ku hin rêxistinên sivîl li ji bakûr û rojhilatê Kurdistanê têkilî bi wanr e danîn û gotin ew dê alîkariyan ji bo rojavayê Kurdistanê re rêbikin û Hemo da zanîn ku; ''Derî li pêşiya her kesî vekiriye ku alîkariyan ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê rêbike.”
Di dawiya axaftina xwe de Hemo diyar kir ku, komîteya pêşxistina aborî yê Rojavayê Kurdistanê û odeya Bazirganiyê yê Başûrê Kurdistanê li gel hev rûnên û wê rê li ber bazirganiya azad wer vekirin û got: '' Piştî ku Desteya Bilind ya Kurd ji Başûrê Kurdistanê vegere wê daxuyaniyê derbarê encamên civînê de bidin''.