Ebdulbasid Seyda çû, Georges Sabra hat

Ebdulbasid Seyda çû, Georges Sabra hat

Vê carê li şûna Ebdulbasidê Kurd, Georges Sabra yê Xirîstiyan bû serokê Desteya Neteweyî ya Sûriyeyê ku li Stenbolê hate sazkirin û ji aliyê welatên Rojava ve weke nunera Sûriyeyiyan tên nasîn. Lê piştî vê yek jê endamên damezrêner, bi giştî 3 kes ji desteyê îstîfa kirin.

Parçebûn û gotûbêjên navxwe yî yên Desteya Neteweyî ya Sûriyeyê ya ku bi armanca hilweşandina rejîma Esad li Stenbolê hate sazkirin bi dawî nabin. Ev desteya ku heta niha nekariye piştgiriyê ji gelê Sûriyeyê werbigire, serokek nû hilbijart.

Piştî Bûrhan Xeylûnê Ereb, Ebdulbasid Seyda yê bi eslê xwe Kurd wek serok hatibû hilbijartin. Lê Kurdan tu destekê neda Seyda. Vê carê desteyê ji rêveberên Partiya Gel a Demokratîk Georges Sabra wek serok hilbijart.

Weke dema Ebdulbasid Seyda hatibû hilbijartin, welatên Rojava dixwazin pêkhateya Desteya Neteweyî ya Sûriyeyê berfireh bikin û bi vî awayî hukûmeteke demkî ava bikin.

Hema piştî vê guhertina di rêveberiyê de, ji damezrênerên desteyê Abid El Şîşaklî ji ber sedeman lihevnekirina îstîfa kir.

Şîşaklî ku di heman demê de karsazek e, nerazîbûn nîşanî pêkhateya desteyê da û rexne kir ku hêzên Îslamî yên tundraw di civata giştî ya desteyê ya li Qeterê pêk hat de cih girtin. Her wiha Şîşaklî bal kişand ku ji endamên civata rêveberiya desteyê tenê jinek heye û nerazîbûn nîşanî vê yekê jî da.

Her wiha du endamên desteyê , ji ber nebûna temsîla jinan di rêveberiya desteyê de îstîfa kirin.