Kovara navdar a Înglîz Economist bal kişand ser helwesta tund a dewleta Tirk a li hemberî Sûriyeyê û diyar kir ku Tirkiye bi vê helwesta xwe pirsgirêka 14 milyon Kurdên li Tirkiyeyê ku demek dirêj e berdewam dike kûrtir dike. Kovarê nivîsand ku tezkereya operasyonên dersînor a li hemberî Sûriyeyê hate derxistin, ji bo Kurdan e.
Kovara Îngilîz Economist di nivîsa bi sernavê “Tirkiye, Sûriye û Kurd” de bal kişand ku aloziya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de berdeam dike û nivîsand ku herêmeke xweser a Kurdan a li Sûriyeyê dikare hevsengiyên di pirsgirêka Kurd de biguherîne.
Kovarê destnîşan kir ku aloziya di navbera her du welatan de hema bêje veguheriye şereke aşkere. Bi ya kovarê, pirsgirêka krîza li Sûriyeyê di demek nêzîk de çareser nabe. Kovarê da zanîn ku hêzên hukûmetê xwe ji sînorên herêmên Kurdan vekişandiye û ev yek jî rîska şerê 28 salan yê dewleta Tirk ê li hemberî PKK’ê zêdetir dike.
‘ARMANCA TEZKEREYÊ KURD IN”
Kovara Înglîz, diyar kir ku fikar û gumanên Kurdên li herêmê ku diyar dikin ku hedefa Tirkiyeyê ya veguhestina leşker û tankan li ser sînorê Sûriyeyê ne rewjîma Esad e. Di nivîsê de wiha tê gotin: “Dibêjin ku hedefa tezkereya ku Meclîsa Tirkiyeyê bi wê rayeya destwerdana derveyê welat daye artêşê, em in.”
Di nivîsê de wiha tê gotin; “Li ser giriyek ê li aliyê Sûriyeyê alek mezin a Kurdan diheje, berê wê li bajaroka Şenyûrt a Başûrê Rojhilat (beşek ji bakûrê Kurdistanê) ku piraniya Kurd in e. Li ser lewheya gewr a ku di bin nêrdewanên avahiya AKP’ê ya li bajarokê de toz gitiye, gotina “Xweziya bi wî yê ku dibêje ez Tirk im” a Ataturk heye. Li aliyê din ê kolanê li ser têlên bi strî dirûşima “Sedeqeta ji bo artêşkê rûmeta me ye” dibiriqe.”
PYD XWE AMADE DIKE
Di nivîsê de tê diyarkirin ku li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji aliyê PYD’ê ve tên birêvebirin, ne tenê dibistanên ji bo perwerdehiya bi Kurdî û tabelayên bi Kurdî hene û wiha tê gotin ku Kurdan heta niha sê tabûr ava kiriye.
Kovara Economist diyar kir ku her çendî tê gotin ku amadekariyên PYD’ê yên ji bo Kurd xwe li hemberî kaosên pêvajoya piştî hilweşîna rejîma Esad biparêzin, van amadekariyê xwe dikin, lê her ku diçe “Di çavê Erdoganê şerxwaz de PYD û PKK yek in û dijminê wan ê sereke Tirkiye ye.”