Li gorî rapora salane ya Projeya Dadê ya Cîhanê Tirkiye di warê serdestiya huqûqê de di nava 97 welatan de bû welatê 71’emîn. Tirkiye di warê mafên sereke de li pişt Urdunê tê û di warê daraza ceza de jî ji Ûgandayê paşketîtir e.
Di raporê de mijarên “sînordarkirina rayeyên hukûmetê, jiholêrakirina gendeliyê, rêkûpêkî û ewlekarî, mafên sereke, şefafiya hukûmetê, pêkanînên rêkûpêk, daraza sivîl û daraza ceza” hatin nirxandin û Tirkiyeyê serkeftinek balkêş (!) bi dest xist.
Tirkiye di lîsteya “dewletên huqûqê” de di rêza 71’emîn de cih girt û di warê sîstema daraza sivîl de jî di rêza 44’emîn de cih girt.
Di nirxandinan de hukûmeta AKPê di warê karîna hesabdayinê de notek pir kêm wergirt. Di nava 97 welatan de Tirkiye di warê hesabdayinê de di rêza 68eemîn de ye. Di warê mafên sereke de di rêza 76emîn de ye. Sedema vê yekê jî kêmasiya mekanîznamaya kontrolkirinê ya Tirkiyeyê, bandora siyasetê li ser qanûndanîn û darazê hate destnîşankirin.
Di warê serdestiya huqûqê de Tirkiye Tirkiye di nava 97 welatan de bû 68’emîn. Di nava 28 welatên herêmê de jî bû welatê 13’yemîn. Tirkiye di warê gendeliyê de bû welatê 35emîn û di warê ewlekariyê de jî bû 70emîn. Di warê mafên sereke de jî di rêza 76emîn de ye. Di warê şefafiya hukûmetê de jî 57emîn e.