'Êdî kes nikare li dijî Rêveberiya Demkî derkeve'

'Êdî kes nikare li dijî Rêveberiya Demkî derkeve'

Piştî civînên heftiyekê yên di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmena Nîştîmanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, duh herdu encûmenan li ser sê xalan li hev kirin. Herdu encûmenan li ser xalên beşdarbûna kongreya Cenevre 2, vekirina dergehê Sêmalka û berdana girtiyên siyasî li hev kirin.

Piştî civîna di navbera herdu encûmenan de, alîkarê sekreterê giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PYDKS) Mistefa Mişayêx, sekreterê Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûrîyê Feysel Yûsif, sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûrîyê Salih Gedo û endamê desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ji DÎHA'yê re axivîn.

ŞEHÎDÊN ROJAVA YÊN ME HEMÛYAN IN

Alîkarê sekreterê giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PYDKS) Mistefa Mişayêx li ser encama hevdîtinên navbera herdu encûmenan de wiha got: "Biryarekî siyasî heye û em ji bo Sûriyekî demokrat kar dikin. Ji bo dergehê Sêmalka ji bo çûyîn û hatinê were vekirin. Xala din jî ji bo şehîdên ku li herêmên Kurdistanê berxwedanê dikin, şehîdên me ne, cihê rêzgirtinê ne û em deyndarê malbatên wan in."

Mişayêx diyar kir wê komîteyek 11 kesî were avakirin û got: "Ji bo bûyerên ku li Amûdê, Til Heleb, Til Heran, Kobanê, Efrîn, Şêx Meqsûd û cihên din rûdane wê komîteyek were avakirin û ji bo bişopîne. Xalekî din a herî giring jî biryara li ser beşdarbûna kurdan a bi şandekê di kongreya Cenevre 2 de bû. Kurd bi çi rengî beşdar bibin, wê nerîna me ya siyasî ya ku me herdu encûmenan bi hev re îmzekirî yek be."

HEVDÎTIN WÊ BIDOMIN

Li ser parvekirina darî û dirûstkirina artêşekî din ji derveyî YPG'ê jî alîkarê PYDKS'ê wiha got: "Di vî warî de hinek danûstandin hatin kirin û em hê negihiştine ti biryarekê. Me xwest em van mijaran di civatekî din bigrin dest. Di wê civatê de jî emê taybet li ser rêveberiya demkî û Peymana Hewlêrê baxivin. Ji ber gelek beşên wê yên weke; meseleya leşkerî û darayî di nava hev de ne."

Ev rêkeftin îradeya gelê me ye û pîroz e

Sekretêrê Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûrîyê Feysel Yûsif jî li ser civînên navbera MGRK û ENKS'ê de wiha got: "Ji bo em bikarin di Sûriya were de şirîk bin, emê di karên xwe de berdewam bin. Ev rêkeftin berî ku îradeya herdu encûmenan be, îradeya gelê me ye. Em îro di encûmen in, lê di malekê de endamên herdu encûmenan hene. Kes nabêje ENKS an jî MGRK li Sûriyê çi dixwaze, xelk dibêjin kurd çi dixwazin. Ger ev firsenda dîrokî ji destê me biçe, wê gel bi awayek xirab li ser me baxive. Îmzekirina vê rêkeftinê tiştekî pîroz e."

Li ser Rêveberiya Demkî û gelo wê ENKS'ê beşdar bibe jî Yûsif wiha got: "Wekî ENKS em dibînin ku Peymana Hewlêrê bi xwe rêveberiyeke ji bo gelê me, ji ber ku komîteyên parastin, ewlekarî û darayî digre nava xwe. Hinek pirsgirêk hene, lê emê di rojên bê de dîsa ligel hev rûnin û ji bo em bikarin bi bawerî û yekgirtî bi hev re kar bikin. Dema me bi hev re îmze kir, me biryar da beşdarî rêveberiya demkî bibin; lê wekî nêrînên me bi hev re dane neketiye pratîkê."

ŞANDA EGRK'Ê BI RIHÊ BERPIRSYARTIYÊ TEVGERIYA

Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûrîyê Salih Gedo jî dîtinên xwe li ser hevkirina di navbera herdu encûmenan de anî ziman û wiha got: "Ev gavekî giring bû. Şanda EGRK'ê bi rihê berpirsyartiyê tevgeriya û ENKS'ê jî helwestekî berpirsyartiyê diyar kir. Karîn bi hev re bigihin van xalên ku bi sed hezaran gelê kurd li bendê. Gel dixwest tevgera kurdî bigihe peymanekê ku yekitî û yekbûna kurdan diyar bike. Ji bo kurd bikarin li rojava bi yek deng û yek xebatê kar bikin."

Li ser giringiya Rêveberiya Demkî ya ji bo Rojava jî Gedo wiha got: "Di bingehê xwe de herdu encûmenan dest bi Rêveberiya Demkî kir û gava yekemîn bi hev re avêtin. Em hêvîdarin ENKS wek şirîk di rojên pêş de bi biryarekê derkevin ku encûmen bi tevayî tevlî Rêveberiya Demkî bibe. Ji bo em bikarin bi ereb û kêmeneteweyên din re vê rêveberiyê serbixin û ev daxwaza tevayî gelê me ye."

DIVÊ HERDU ENCÛMEN BI HEV RE BIXEBITIN

Li ser pirsa 'Beşdarbûna ENKS'ê ya di mûxalifeta Sûriyê de bandorekî çawa li ser yekîtiya kurdan a li Rojava kir?' Şelal Gedo wiha got: "Di vê pêvajoya dîrokî û hesas de pêwîste giranî ji bo yekîtiya kurdan be. Ev nayê wateya em alîkarî û danûstandinê ligel mûxalifeta Sûriyê jî nekin. Di mijara şoreşa Sûriyê de li ser hinek xalan, em û ew digihin hev."

Salih Gedo da zanîn ku wê ji niha pêde jî hevdîtinên wan bidomin û ji bo peywendiyên herdu encûmenan bi hev re xortir bibin û ragihand: "Ji bo em bikarin xalên Desteya Bilind a Kurd (DBK) bêxin di pratîkê de. Divê em herdu encûmen bi hev re bixebitin, ji bo em bikarin gelê xwe di vê pêvajoya dîrokî de bigihînin qonaxekî pêştir."

DIVÊ EM HEMÛ PIŞTGIRIYÊ BIDIN YPG'Ê

Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê Salih Gedo diyar kir ku YPG'ê di parastina Rojava de rolekî giring leyîst û wiha got: "Divê em hemû piştgiriyê bidinê. Ez bawerim ew rih ligel ENKS'ê heye piştgiriya vê meseleyê bike. Ji bo em bikarin tiştên mane di rojên bê de guftûgo bikin û bigihin çareseriyekê."

Endamê desteya rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl jî piştî civîna di navbera herdu encûmenan wiha got: "Em nikarin bêjim ev hemû lihevkirin bû, ji ber hê gelek mijarên sereke mane û wê di pêşerojê de werin guftûgokirin. Bi taybet jî meseleya rêveberiyê. Herî kêm em gihiştin nêrînekê ku ev mesele were şopandin. ENKS jî wê pêwîstiyekê dibîne ku rêveberiyekî me hebe, nirxandinên berê yên dijbertiya wê hatin şikênandin."

TIŞTA SEREKÎ Û GELÊ ME LI BENDÊ CENEVRE 2 YE

Aldar Xelîl destnîşan kir ku di warê meseleya DBK û Peymana Hewlêrê de jî hemfikirin ku werin çalak kirin û wiha pêdeçû: "Lê ev yek wê bi çi awayî were kirin, ev wê di demên pêş de were guftûgokirin. Lê tişta serekî û gelê me li bendê, meseleya Cenevre 2 ye."

ÊDÎ TI KES NIKARE LI DIJ RÊVEBERIYA DEMKÎ DERKEVE

Li ser pirsa 'Mirov dikare bêje ENKS'ê rêveberiya demkî nas dike û ji bo beşdarbûna wan jî wê civîn werin lidarxistin?' Xelîl wiha got: "Tevî bi awayekî fermî nehatibe gotin, lê hiştina wê ya di rojevê de tê wateya ku li dijî wê dernakevin. Ji ber di despêka ragihandinê de, gelek deng ji ENKS'ê derketin û tevî nêrîna fermî ya ENKS'ê ne wiha bû. Bi van civînan êdî ti kes nikare li dij derkeve, me di civînan de ev ji wan re got. Yan tevlî rêveberiya demkî bibin, yan ger hûn beşdar nebin alîkariya me bikin, ger hûn alîkarî nedin; şerê me nekin."

Li ser YPG û YPG hêza neteweyî jî, Aldar Xelîl wiha got: "Ji xwe ev ne tenê pirsgirêkek di navbera me ENKS'ê de, bibû pirsgirêkek di navbera me û hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî. Heta di demên dawiyê de hinek daxuyanî li ser rêveberî û berxwedanê hatin dayîn; ev jî ligel xelkê û bi taybet jî ligel malbatên şehîdan bibûn cihê dilgiraniyê. Di encama vê yekê de nehiştin birêz Salih Mûslim jî derbasî başûr bibe. Em di van civînan de gihiştin encamê ku herdu encûmen rêzdariyên xwe nêzî şehîdên berxwedana Rojava bidin diyarkirin û deyndariya xwe ji bo malbatên şehîdan bibêjin. Ev jî tê wateya helwestekî welatparêzî û paşde gav avêtinek ji bo daxuyaniyên berê."