Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên ku rojnamevanan dikin hedef dan û Erdogan şermezar kir
Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) Bergamo yê Îtalyayê civiya û "Daxuyaniya Lijneya Giştî ya Mafên Azadiya Çepemeniya li Tirkiyeyê" hate qebulkirin. Daxuyaniya Lijneya Giştî ya bi pêşniyariya Basin-Sen'ê ya li Qibrisa Bakûr dixebite û Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) hate amadekirin.
Di daxuyaniyê de gumanên ji ber azadiya çapemeniya li Tirkiyeyê û rojnamevanên girtî hatin destnîşankirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber pîşeya xwe zêdetirê 100 rojnamevan di girtîgehan de ne û ji bo serbestberdana wan Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) û Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) û gelek saziyên din bê navber dixebitin û wiha hate gotin: "Ewqas rojnamevan di girtgehan de ne û ji ber vê yekê di lîsteya girtîgehan de Tirkiye di rêza yekemîn de cih digire. Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê, bi salane dibêje di TCK'ê de madeyên azadiya raman asteng dikin hene û TMK (qanûna têkoşîna bi terorê re) li hemberî azadiya raman asteng e."
Lijneya Giştî ya EFJ'yê kapmanyaya ji bo rojnamevanên di girtîgehên Tirkiyeyê de serbest bên berdan a bi sernavê "Ji rojnamevanan re azadî" bi keyfxweşî dît û wiha hate destnîşankirin: "Lijneya Giştî ya EFJ'ê çalakiya Platforma Azadiya Rojnamevanan û TGS'ê ya di meha hezîranê de li ber Edliyeyê ya bi navê 'Rojên şahidînê' silav dike."
Di daxuyaniya EFJ'yê de têkildarî gotinên Serokwezîr Erdogan de jî wiha got: "Lijneya Giştî ya EFJ'yê gotinên Serokwezîr Erdogan ên der barê rojnamevanan ên heqaret û nefretê yên weke 'keçelok, me gerdaniyên we derxistin, we gerdaniyên navneteweyî girtin' şermezar dike. EFJ bang li hemû rayedarên dewletê dike ku li hemberî hemû derdorên cuda tehemulê nîşan bidin."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê kampanyayên xwedîderketina li rojnamevanên girtî zêdetir pêk bên. Di daxuyaniya EFJ'yê de hate gotin ku divê hemû rojnamevanên girtî serbest bên berdan.