Efrîn: Em amade ne Kobanê biparêzin
Efrîn: Em amade ne Kobanê biparêzin
Efrîn: Em amade ne Kobanê biparêzin
Bi hezaran welatiyên Herêma Efrînê xwepêşandanek ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyan li hember Kobanê li dar xist.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên komên çeteyên DAIŞ’ê li hember Herêma Kobanê û hemû bajarên Rojava, Tevgera Ciwanên Şoreşger xwepêşandanek bi beşdariya hezaran welatiyên herêma Efrînê û şervanên YPG’ê li navenda bajêr li dar xistin.
Xwepêşandan ji Çarrêya Newroz destpê kir û li kolanên bajêr geriya heya Qada Azadî ya nava bajêr bi dawî bû.
Li Qada Azadî û piştî deqeyek rêzgirtinê, Seroka Hikûmeta Efrînê Hêvî Mustefa diyar kir ku Hikûmeta Herêma Efrînê ji bo piştgiriya Kobanê, amade ye.
Her wiha Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Xerzan Zagros da zanîn ku amade ne bi YPG/ YPJ’ê re parastina Kobanê ji komên çete bikin.
Ji aliyê din ve Hevserokê Meclîsa TEV-DEM’ê ya Herêma Efrînê Ehmed Silêman berxwedana Kobanê pîroz kir û da zanîn ku wê serkeftin a YPG’ê ye.
Xwepêşandan bi dirûşmayên ku berxwedana YPG’ê li Herêma Kobanê û şoreşa Rojava silav dike bi dawî bû.
