Efrînî meşiyan sînorê Bakûr
Efrînî meşiyan sînorê Bakûr
Efrînî meşiyan sînorê Bakûr
Li navçeya Şera ya Efrînê bi sedan kes ji bo şermezarkirina çêkirina “dîwarê şermê” ku ji aliyê Tirkiyeyê ve di navbera Bakûr û Rojava de tê çêkirin, heta ser sînorê Bakûrê Kurdistanê meşiyan.
Meşa ku bi Înîsiyatîfa Tevgera Ciwanên Şoreşger û Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz hate lidarxistin, ji destpêka gundê Îkîdamê yê girêdayî navçayê Şera destpê kir. Di meşa ku welatiyan dirûşma “Ji dîwarê şermê re na” hate qîrkirin de, pankertên ku çêkirina dîwar şermezar dikin hatin vekirin û berxwedana YPG’ê hate silavkirin.
Piştî mesa ku li ser sînor bidawî bû daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de çêkirina dîwar hate şermezarkirin û hate gotin ku, tu sînor nikarin vîna gelê Kurd bişikînin, her wiha ji hev qut bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, gelê Kurd yek beden, yek can, lewre li herçar perçeyên Kurdistanê nikarin kurdan ji hev veqetînin.
Di dema daxuyaniyê de li aliyê din yê sînor jî leşkerên Tirkiyeyê bi çek û wesayîtên leşkerî bicih bibûn.
Piştî daxuyaniyê girse paşve vegeriya.