Efrîniyan bi daxuyaniyekê kiriyarên çeteyan şermezar kirin
Efrîniyan bi daxuyaniyekê kiriyarên çeteyan şermezar kirin
Efrîniyan bi daxuyaniyekê kiriyarên çeteyan şermezar kirin
Sazî, dezgeh û Meclîsên herêma Efrîn kiriyarên komên çete yên DAIŞ/Cebhet El-Nusra ku li dijî herêmên Rojava pêk tên şermezar kirin. Saziyên gelên Efrînê bang li Encumena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) kirin ku dest ji siyasetên xwe yên li dijî gelê kurd berdin.
Bi armanca şermezarkirina kiriyên komên çete yên DAIŞ/Cebhet El-Nusra, endamên sazî, dezgeh, komele û meclîsên gel ên herêma Efrîn hatin cem hev û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de êrîşên komên çete yên DAIŞ/Cebhet El-Nusra ku li dijî kurdên Minbicê û Cerablusê têne kirin û revandina sivîlan hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de ambargoya pir alî ya li ser Rojava hate şermezarkirin û bang li hemû sazî û dezgehên mirovî yên navneteweyî hate kirin ku dengê xwe li dijî ambargoyê bilind bikin. Her wiha bang li gelê kurd hate kirin ku li dijî hêzên tarî dengê xwe bike yek.
Di daxuyaniyê de bang li hemû partiyên kurdî yên ENKS'ê hatin kirin ku dest ji siyasetên xwe yên li dijî kurdan berdin û vegerin xeta berjewendiya gelê kurd. Di dawiya daxuyaniyê de ji ENKS'ê hate xwestin ku di bin banê şandekî serbixwe Kurdî beşdarî civîna Cenevre-2 bibe.