Eger gotûbêj pêk neyê, pêvajoyeke xeter wê destpê bike
Eger gotûbêj pêk neyê, pêvajoyeke xeter wê destpê bike
Eger gotûbêj pêk neyê, pêvajoyeke xeter wê destpê bike
Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan destnîşan kir ku ewê di pêvajoya çareseriyê de taktîkên sergerandinê yên hikûmeta AKP'ê qebûl nekin. Karayilan diyar kir ku eger bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gotûbêj pêk neyê, wê deriyê pêvajoyeke xetere vebe.
Mûrat Karayilan, bi wesîleya Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê roportajeke taybet da ANF'ê û diyar kir ku wan 15'ê Tebaxa par bi pêngava gerîla û ya îsal jî bi pêvajoya çareseriya demokratîk pêşwazî dikin. Karayilan destnîşan kir ku di asta heyî de valaderxistina pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelekî bi rîsk e.
Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di destpêka axaftina xwe de 29. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û dostên wan, milîtan, şervan û hemû xebatkarên tevgera pîroz kir. Karayilan di kesayetiya fermandarê ARGK Mahsûm Korkmaz (Egîd) de hemû têkoşerên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî.
15'Ê TEBAXÊ NE BI TENÊ DESTPÊKIRINA TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ YE
Karayilan bibîr xist ku zext, êşkence, alîsîmasyon, koçberkirin û polîtîkayên tinekirinê yên bi planên islahat û tevgerên tebdîl û tenkîlê li Kurdistanê hatin meşandin, bi Cûnta Faşîst-Leşkerî ya 12'ê Îlonê re gihişt asta herî bilind. Karayilan da xuyakirin hewl hat dayîn gelê Kurd bi çand, ziman û bi her tiştê xwe ji holê were rakirin, li zîndana Amedê jî bi vê armancê hovîtiyeke mezin hat meşandin. Karayilan destnîşan kir ku yên ji xwe re dibêje "ez mirovin" nekarî li hemberî vê rewş û hovîtiyê bêdeng bimaya, lewma divê beriya her tiştî aliyê însanî û wicdanî yên 15'ê Tebaxê bê dîtin.
Karayilan diyar kir ku ev yek fîşeka li dijî koledariya gelê Kurd, raperîneke hemdem li hemberî mêtîngeriyê, gaveke xwedîderketina li mirovahiyê ye. Karayilan anî ziman ku eger Pêngava 15'ê Tebaxê bi tenê weke destpêka têkoşîna çekdarî were dîtin û aliyên wê yên îdeolojîk, sîyasî, çandî û civakî neyên dîtin, wê cewhera 15'ê Tebaxê neyê fêmkirin.
KURDISTAN BI 15'Ê TEBAXÊ RE BÛ NAVENDA TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ
Karayilan bibîr xist ku wan 15'ê Tebaxê par bi Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî pêşwazî kirine û bi encamên ji wê pêngavê hatin wergirtin, 15'ê Tebaxê îsal bi Pêvajoya Çareseriya Demokratîk pêşwazî dikin. Karayilan ragihand ku Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd mîladeke, ji bo Kurdan destpêkirina pêvajoyeke nû ye. Karayilan got, "15'ê Tebaxê, şoreşa ramanî, şoreşa civakî afirandiye, hemû kêmasiyên civakî veguherandiye hêzekê, di serî de Tevgera Azadiyê ya Jinê, gelek dîmanîkên cûda derxistiye holê. Vê yekê li tevahiya Rojhilata Navîn rê li ber pêşketinan vekiriye û Kurdistan bi vî rengî li herêmê bûye navenda têkoşîna biratî, demokrasî û azadiyê. Hemû paşverûtiya Kurdan ji holê rakiriye û bingeha netewî-demokratîk a îro afirandiye. Rihê yekitiya netewî derxistiye holê. Bingeha xebatên Kongreya Netewî û Şoreşa Rojava afirandiye."
AKP'Ê DI QONAXA DUYEMÎN DE WEZÎFEYÊN XWE BICIH NEANÎ
Fermandarê Navanda Parastina Gel Mûrat Karayilan bal kişand ser rêveçûna pêvajoya çareseriya demokratîk û diyar kir ku pêvajo hatiye radeyeke krîtîk. Karayilan da xuyakirin ku wan heta niha hemû berpirsyariyên xwe bicih anîne, lê ji aliyê dewletê ve ji bilî sekinandina operasyonên tinekirin, tiştek nehatiye kirin. Karayilan diyar kir ku ji ber hikûmet berpirsyariyên xwe bicih nîne, pêvajo ketiye rewşeke krîtîk. Em pêvajoyê di rewşeke ne diyar de nahêlin. Ev pirsgirêka sed salana Tirkiyê ye. Weke aliyekî vê pêvajoyê em barê dikeve ser milê xwe hildigirin, divê aliyê din jî berpirsyariyên xwe bicih bîne. Çarçove ev e. Ewçend zelal û diyar e."
Karayilan bal kişand ser hin daxuyaniyên rayedarên dewletê ku dibêjin li pişt deriyên girtî pakêtê amade dikin û got, "Ev weha nabe. Ev pirsgirêk pirsgirêkek giran e. Divê me qanih bikin. Divê me qanih bikin ku ew samîmî ne û bi rastî dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Mîmarê vê pêvajoyê Rêber Apo hînê di binê tecrîdê de ye, hînê destûra hevdîtina bi parêzeran re nayê dayîn, şert û mercên wî nehatine sererastkirin, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Li wê derê lîderê gel heye. Divê dewlet beriya her tiştî samîmî be û di çarçoveya baweriyê de tevbigere. Nêzîkatiya heyî ya AKP'ê xwedî pirsgirêk e. Pêvajoyê bi awayekî cidî dixe xetereyê. Eger emê li hev bikin, divê em ji hev karibin bawer bikin."
Karayilan diyar kir ku ew hêvîdar in di rojên pêş de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re lli ser projeyeke çareseriyê danûstandin bi pêş bikeve û li ser bingeha perspektîfa çareseriyê ya ji aliyê herdu aliyan ve bê qebûlkirin, gavên pêwîst ên qonaxa duyemîn bên avêtin. Karayilan da xuyakirin ku bi vî rengî wê pêvajo rêve biçe û qonaxa sêyemîn a normalbûyînê destpê bike.
Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku ew taktîkên sergerandinê qebûl nakin û got, "Divê rayedar vê baş zanibin; em ne tevgereke were xapandin in. Rêber Apo jî ne ew Rêber e ku serî lê were gerandin. Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi Tirkiyê re çareser bikin. Lê ji bo vê jî diwazin, gelê Kurd, nasname û zimanê wê were naskirin, statu, rêveberî û vîna wê naskirin. Eger bi vî rengî bibe, wê Tirkiye bi hêz bibe. Ev yek dikare têgihiştina yekitiya ji dil û mayînde biafirîne."
DERIYÊN PÊVAJOYEKE XETERE DIKARIN VEBIN
Karayilan diyar kir ku eger ev nebe, deriyên pêvajoyeke xetere dikarin vebin û di rewşeke bi vî rengî de gelê Kurd wê bikeve nava lêgerînên alternatîfên cûda. Karayilan di vê mijarê de weha peyiv:
"Herêma Rojhilata Navîn dikele. Rojavayê Kurdistanê dikele. Eger ji Kurdan tercîhek tê xwestin, Rêber Apo tercîha xwe nîşan da. Hûn jî tercîha xwe nîşan bidin. Eger wê di navbera Kurd û Tirkna de li hev kirinek çê bibe, hevkariyeke gelên Kurd û Tirk tê xwestin, hingî divê li ser navê dewletê hikûmet vîna xwe nîşan bide. Eger vê nîşan nede, Kurd wê li ser alternatîfên cûda rawestin."
Karayilan bal kişand ser girîngiya qonaxa heyî û destnîşan nîşan kir ku ev dem û pêvajo çareseriyê ferz dike. Karayilan got, "Divê êdî zelal bibe. Em ketine pêvajoyeke bi vî rengî. Eger di vê pêvajoyê de her kes berpirsyariyên xwe bicih bînin, bêguman wê pêvajo rêve biçe û çareserî pêk were. Lê eger berpirsyarî bicih neyên anîn, wê pêvajo bixetime û pêvajoyeke nû bikeve rojevê. Ji encameke bi vî rengî jî ne em, hikûmeta AKP'ê wê berpirsyar be. Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan dibêje, "emê nebin aliyê ku pêvajoyê xera dike" lê eger her tiştî li gorî xwe binirxîne û pêvajoyê li demê belav bike, pêvajo wê bixetime. Bi bi awayê herî nebaş xera bibe.
Eger hikûmet dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, divê bi cesaret nêzî vê dema girîng a dîrokê bibe, gavan biavêje, bi diyalogek li gel Rêberê me re li se bingeha projeyekê, derfetên çareseriyeke mayînde biafirîne. Bendewariya gelê me ev e. Eger ev nebe, pêvajoyê bixetime, berpirsyar jî wê ne em bin. Ji ber ku me berpirsyariyên xwe bicih anîn. Yên ku berpirsyariyên xwe bicih nînin, ew berpirsyarên xetimandina pêvajoyê ne."
HPG LI SER BINGEHA PERSPEKTÎFA OCALAN, REWŞ Û HELWESTA XWE DIYAR DIKE
Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bal kişand ser pozîsyona hêzên HPG'ê ya li pêşberî pêvajoyê û diyar kir ku perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahiya hêzên HPG'ê esas û derbasdar e.
Karayilan got, "HPG li gorî biryarên Rêbertî û rêveberiya KCK'ê tevdigere, pozîsyona xwe diyar dike. HPG wê di vê pêvajoyê de hîn bêtir hewl bide xeta Rêbertiyê kûrtir bike û bibe sekneke polîtîk. Ji bo pêvajo ber bi qadeke çareseriya demokratîk bimeşe, ewê barê dikeve ser milê xwe hilgire. Lê HPG wê bi awayî rê nede nêzîkatiyên wê qels bike. HPG xwedî ezmûneke mezin e. Bakur, Başûr hemû çem, kanî, newal, deşt û zozanan nas dike. HPG wê weke temînata pêvajoyê di dewrê de be. Ev tê wê wateyê; Ji bo çareseriyê wê li ser bingeha perspektîfên Rêbertiyê hemû berpirsyariyên xwe bicih bîne. Lê eger pêvajo bixetime, hingî çi pêwîst bike, wê bike. Ez vê yekê bi awayekî zelal û diyar eşkere dikim. HPG wê nebe aliyê pêvajoyê xera dike, lê li hemberî ew hêzên hewl bidin pêvajoyê xera bikin û bi Rêberê me re bileyzin, wê bi awayekî herî serketî xwedî li wezîfeyên xwe derkeve."