'Eger hûn asîmîlasyonê ferz bikin, hûnê li berxwedana gel rast bên'
'Eger hûn asîmîlasyonê ferz bikin, hûnê li berxwedana gel rast bên'
'Eger hûn asîmîlasyonê ferz bikin, hûnê li berxwedana gel rast bên'
Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, li 4. Festîvala Çand û Hunerê ya Çiyayê Cîloyê axivî û di mijara pêvajoya "çareseriya demokratîk" de hişyarî da hikûmetê. Ata da xuyakirin ku daxawza destûreke bingehîn a wekhev daxwaza tevahiya gelan e û got, "Eger hûn polîtîkayên xwe yên tinekirin û asîmîlasyonê ferz bikin, hûnê mîna beriya niha dîsa li berxwedana Kurdan rast bên."
Di 4. Festîvala Çand û Hunerê ya Çiyayê Cîlo ya Şaredariya Geverê de, bernameya roja destpêkê qediya. Li dû pêşbirka zanyariyê ya KURDÎ-DER Şaxê Geverê, Şoreş Gever ê di bin sîwana Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê de distirê, bi stranên xwe yên hîp-hopê reng da festîvalê. Piştre jî axaftin hatin kirin.
Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Zozanî di axaftina xwe de diyar kir ku Serokwezîr Erdogan sekna xwe ya dijberiya gelê Kurd dewam dike û got, "Erdogan dibêje, 'Gelê Kurd li cem rejîma Beşar Esad cih digire.' Ev derew û durûtiyeke mezin e. Ji ber ku gelê Kurd ti carî li cem celadê xwe, li cem kujerê xwe cih negirtiye, nagire. Çend sal berê dema rejîma Esad li ser Kurdan komkujî dimeşand, hingî hevkar û dostê Erdogan bû. Niha jî radibe durûtiyan dike." Zozanî destnîşan kir ku li gel hemû zext û zordariyan jî gelê Kurd li her derê têkoşîna xwe ya mezin dewam dike.
Zozanî bal kişand ser Kongreya Neteweyî ya Kurd ku ev du car in paşve tê xistin û destnîşan kir ku divê Barzanî di vê demê de rola xwe bileyze.
'GELÊ KURD XWEDÎ LI RÊBERÊ XWE DERDIKEVE’
Piştî Zozanî Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata peyivî û destnîşan kir ku gelê Kurd xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye û got, "Ji ber ku Birêz Ocalan pêvajoya çareseriya demokratîk da destpêkirin. Ev gel dixwaze, Rêberê wê azad bibe. Ji ber vê yekê gelê Kurd û tevgera wê bersiv dan vê pêvajoyê û gav avêtin."
Ata ragihand ku pêvajo ji qonaxan pêk tê û got, "Di qonaxa yekemîn de çek hatin bêdengkirin, rêya diyalogê vebû û mirin rawestiya. Hat gotin ku di qonaxa duyemîn de jî nêrîn biaxive. Ji bo nêrîn biaxivin diviyabû derfet bihata afirandin, lê gav nehatina vêtin. Destûra bingehîn a wekhev ne tenê daxwaza Kurdan daxwaza tevahiya gelan e. Eger hûn di polîtîkaya xwe ya tinekirin û asîmîlasyonê de israr bikin, dê hûnê mîna dema berê li berxwedana gelê Kurd dîsa rast werin."
Ata bal kişand ser komîsyonên Ocalan pêşniyarî meclîsê jî kir û got, "Eger pirsgirêka herî girîng a vî welatî li parlamentê neyê çareserkirin, dê ev parlament bi kêrî çi were. Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd komîsyon pêşniyarî parlamentê kir, lê tevî hemû nerazîbûnan jî parlament ket betlaneyê. Emê çi ji vê fêm bikin?"
Piştî axaftinan muzîsyenê ji Qendîlê hat Hemîd Diyala, koma jinan a Navenda Çandê ya Geverê û hunermend Ehmed Zebarî derketin ser dikê. Girseya gel heta derengiya şevê li ber stranan govend gerand. Roja destpêkê ya festîvalê bi coşeke mezin bi dawî bû.