Eger hûn dixwazin destekê bidin, şer bikin!
Eger hûn dixwazin destekê bidin, şer bikin!
Eger hûn dixwazin destekê bidin, şer bikin!
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan bang li PDK û YNK'ê kir û destnîşan kir ku bi şerê topyekûn ê li dijî hêzên DAIŞ'ê yên li Başûrê Kurdistanê re, ew dikarin destekê bidin Kobanê. Kalkan diyar kir ku li pêşberî gefên li gelê Kurd tên xwarin, divê êdî nêrînên parçebûyî bên terikandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya Politik Alan a di Stêrk TV de hat weşandin bû û der heqê berxwedana Kobanê û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de daxuyaniyên girîng da.
Kalkan da xuyakirin ku êrîşkariya DAIŞ'ê ji nişka ve derneketiye holê û bibîr xist ku bi çekên ji artêşa Malîkî, bi çekên ji artêşa Esad û bi gelek çekên ji PDK'ê ji aliyê çekdarî ve xwe xurt kiriye. Kalkan ragihand ku Tirkiye jî di bin navê alîkariyê dide mûxalefeta Sûriyeyê tevahiya teknîka çekan a di destê xwe de daye vê hêzê, bi TIR'an jê re şandiye. Kalkan bal kişand ser alîkaiya Siûdî û Qatarê jî û destnîşan kir ku tê zanîn ev hêz ji aliyê kê ve hatiye xwedîkirin. Dûran Kalkan da zanîn ku armanca piştevanên DAIŞ'ê, bi destê 'van gurûhên faşîst' tinekirina potansiyela demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd e.
ÊRÎŞ LI HEMBERÎ HEBÛN Û AZADIYA KURDAN E
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku êrîş ne li dijî partî yan jî parçeyekî Kurdistanê ye, li hemberî hebûn û azadiya Kurdan e û xwest, Kurd li ser vê rewşê baş bifikire.
Kalkan ragihand ku berpirsyariya her kesî ye rabe li hemberî van êrîşan bisekine û li ber xwe bide û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ne ji bo destekkirina hin kesan, ji bo garantîkirina azadî û hebûna xwe. Duh Şengal bû, îro li Kobanê ye. Kî dizane ku sibê ne Duhok, dusib ne Mehabad, Mêrdîn, Amed be. Êrîşa li hemberî Kobanê berî du salan diyar bû. Ya li hemberî Şengalê berî salekê diyar bû. Her kesî digot li Iraqê pirsgirêk çareser dibe. Başûrê Kurdistanê aram dibe, azad bûye. Azadî li ku ye? Aramî li ku ye? Diyare tiştekî wiha nîne. Diyare ew helwest û têgihiştin şaş e, nepixandî ye. Rastî, bi berxwedanê, bi şer qezençkirin e."
'TÊGIHIŞTIAN ALÎKARIYÊ ŞAŞ E, HER KES JI BO HEBÛN Û AZADIYA XWE ŞER DIKE'
Kalkan rexne li feraset û daxuyaniyên di bin navê 'alîkarîdayînê' tên kirin girt û got, "Ev feraset şaş e: Pêwîste gelê Kobanê, Kerkûkê, Şengalê çiqasî bê destekkirin, çiqasî neyê destekkirin. Na li holê destekek nîne. Li holê rewşeke welê heye ku her kes ji bo hebûn û pêşeroja xwe ya azad li ber xwe dide, şer dike. Êrîş li hemberî tevahiya Kurdan e. Lewma divê hemû Kurd li pêşberî van êrîşan hebûn û pêşeroja xwe ya azad ewle bikin. Ji bo vê jî divê di nava yekîtiyê de li ber xwe bide, têbikoşe û van êrîşan bişkîne."
Kalkan daxuyanî û bangên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bibîr xist û got, "Li hemû parçeyan, gelê Kurd çawa dikare tevlî vê berxwedanê bibe, divê tevlî bibe. Çi hêz di dest de hebe pêwîste seferber bike. Bi taybetî ciwcanên Kurd, jin mêr, li Bakur, Başûr, Rojhilat, li derveyî welat divê bi ruhê seferberiyê berê xwe bidin eniyê. Artêşbûyîn pêwîst e. Çareyek din nîne. Em neçar in Artêşa Azadiya Kurdistanê ava bikin. Rewş vê yekê ferz dike. Ji bo vê divê her kes seferber bibe. Divê nebêje em ev perçe ye, ew perçeyê din e. Ev yek ji bo tevgeran jî derbas dibe."
YNK Û PDK BI ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê YÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIKARE BIBIN DESTEK
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku her kes sekinî ye, DAIŞ li cihekî kom bûye û li gorî xwe êrîşî cihê qels dike. Kalkan bal kişand ser daxuyaniyên ji bo destekkirina Kobanê û got, "Ev yek bi peyvê nabe. Bi gotina 'ez destekê didim te' nabe. Eger tu destekê dide, hingî li pêşberî dijmin vê bike, lê bide. Êrîş bike ku em bibîne. Tiştekî bi vî rengî heye. Na. Yên ku vê nekin, daxuyaniyên wan bê wate ne. Zêdeyî ji sedî 30 ê Başûrê Kurdistanê di destê faşîzma DAIŞ'ê de ye. Eger PDK û YNK dixwaze destekê bide, bila li Başûrê Kurdistanê lê bike. Li hemû eniyan êrîş bikin. Bila bi carekê ve êrîş bikin, hingî em ê bibin ka DAIŞ wê karibe hêza xwe komî ser bike û gefa komkujiyê li gelê Kobanê bixwe. Destek bi vî rengî dibe. Em li benda destekek bi vî rengî ne. Naxwe ya din, ji bilî propagandayek ji bo raya giştî, nayê ti wateyê."
'RÊYEK BI TENÊ LI PÊŞIYA CIWANAN E: BEŞDARIYA LI NAV REFÊN GERÎLA'
Kalkan bal kişand ser berxwedana li Kobanê tê nîşandan û destnîşan kir kuk çi dibe bila bibe wê Kobanê bi ser bikeve. Kalkan di vê mijarê de da zanîn ku divê her aliyê Kobanê ji aliyê mirovan ve bê dorpêçkirin û rê ji pêşveçûna êrîşkariya faşîst neyê dayîn. Kalkan got, "Bi taybetî divê ciwan birherikin Kobanê. Rêyek bi tenê li pêşiya ciwanan maye; tevlîbûna li nav refên gerîla, artêşbûyîn e. Meşa gelê Riha û Pirsûsê bi heybet e. Pêwîste vê yekê derxîne asteke mezintir ku karibe Kobanê ji êrîşkariya DAIŞ'ê biparêze. Ev yek hem ji bo parastina Kobanê hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan girîng e."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan herî dawî destnîşan kir ku gerîla heta dawiyê bi ruhê fedaî li ber xwe dide û ew ê li ber xwe bide.