'Egîdê duyemîn Erdal' li qadên gerîla hat bîranîn

'Egîdê duyemîn Erdal' li qadên gerîla hat bîranîn

Yek ji fermandarên PKK'ê Engîn Sîncer (Erdal) ê beriya 10 salan di pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê yên li Qendîlê de di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da, li her qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîman tê bîranîn.

Yek ji bîranînên li herêmên gerîla 19'ê Tebaxê roja Duşemê pêk hat. Di çalakiyê de, merasîma leşkerî hat kirin. Bi hatina fermandarên HPG'ê li qada merasîmê, der heqê wate û girîngiya rojê de nirxandin hatin kirin.

Di axaftinan de hat gotin, "Em fermandarê mezin Erdal, di 10. salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya bilindkirina têkoşînê dûbare dikin.

Di merasîmê de, ji ber salvegera wendahiya fermandarê gerîla Engîn Sîncer bû, li rûyê hemû gerîlayan xemgîniyeke mezin xuya dikir. 

Di axaftinan de ji bo Sîncer hat gotin, "Ew Egîdê duyemîn e ku di nava PKK'ê de derketiye holê." 

Gerîlayên Kurd, tevahiya rojê bi civîn û çalakiyan Sîncer bibîr anîn.