Ehmed: Em dikarin îttîfakê bikin

Ehmed: Em dikarin îttîfakê bikin

Şanda Desteya Bilind a Kurd berî demekî bi armaca bi nûnerên DYE, YE, rayadarên Tirkiyê, Koalîsyona Niştimanî Kurd li Sûriyê ji bo hevdîtinan pêk bîne, çûn Tirkiyê. Me jî xwe gihand endamê DBK Îlham Ehmed û me li ser hevdîtinên yên li Tirkiyê, “dîwarê şermê” yê Tirkiyê dixwaze dinavbera Rojava û Bakûrê Kurdistan çê bike, siyaseta DYE, YE, Tirkiyê û Koalîsyona Niştimanî Sûriyê çewaye, civîna Cenevrê û Kurd çê dixwazin axivîn. Îlham Ehmed da zanîn êdî him DYE, YE him dewleta Tirk têgihîştiye ku bi Kurdan sibêroja Sûriyê tineye. 

Li ser pirsa ka gelo bi Koalîsyona Niştimanî a Sûriyê re Îlham Ehmed destnîşan kir ku ev dikarên ne bi temamî beşdarbûn, lê dikarin bi Koalîsyonê re îttîfak bikin. Îlham “Ji bo em beşdarî Koalîsyona Niştimanî a Sûriyê bibin me hinek şertên xwe eşkere kir. Yek dibe Kurd herêmê xwe bi xwe bi rêve bibin, ya duduyan  di sibêroja Sûriyê de di Meclîsa Niştimanî a Sûriyê de rêjeya Kurdan 18 li sedî be grantî bike, awendiya siyasî di Sûriya sibêroj tine be. Yek jî di aliye destûrde mafê Kurdan mîsoger bike. Em dikarin bi Koalîsyonê re îttîfak bikin. Me wan nêrînê xwe bi wan hêzan re jî parvekir.”

Îlham Ehmed li ser çimatiya îttîfakê diyar kir ku ew wek Kurd beşdarî tu hêzan nabin, lê dikarin li hinek esasan îttîfakan bikin. Îlham Ehmed  “Em şêwazê Koalîsyonê ya ku bila herkes daxwazên xwe binivîsînin û beşdar bibin, em napejirînin. Ji beşdarbûnê zêdetir îttifak rastire ji bo me. Ger Koalîsyon li ser hinek bendan bixwazin îtifak  bikin, em dikarin îtîfak bikin. Wek her beşdarek Koalîsyonê niha hinek daxwazên xwe binivîsinên û beşdar bibin, bê ku hinek grantiyan deynên holê nabe û ne raste. Siyaseta ENKS’ê kiriye ne raste û li dijî berjewendiyê Kurdîne. Aliye balkêş heta niha siyaset ali erde hatiye kirin, ENKS’ê xwe li derneketiye. Em wek Kurd xwe bi hêz dibinin û ya me di erdê de kiriye wek gel, Koalîsyon heta niha tiştek wiha nekirye. Ger hinek aliyan de li hevhatinek çê bibe, ne başdarbûn, em dikarin îtîfak bikin.”

Ji bo Çareseriyê dibe çi bê kirin?

Koalîsyon ger hebûna hemû Netew, ol û mezhebên nav Sûriyê nepejirîne û mafê nexe bin grantiyê, li gel wê îtîfak nabe. Wek niha Koalîsyona Niştimanî Sûriyê ji xwe bêje ez sîwanekim, yek mezhep, yek netew be ti wateya li gel nîqaş kirinê tineye. Di dema niha li ser çûyîn yan ne çûyîna rejîmê bi me re nîqaşan dikin. Heta niha jî me nîqaşek eşkere nemeşandiye. Niha vê dixwazin. Çûyîn û ne çûyîna rejîmê girêdayî îttîfaka hêzên opozîsyonêye. Ger dinavbera hêzan de îttîfak çêbibe dê rejim biçe. Ger Koalîsyon wek niha bêje ez sîwana giştî me û neyê îttîfakê, hêzên din nasneke, wê demê wê wan nakokiyan bidomin. Ev nakokî jî dê temenê rejîmê dirêj bike. Em jî dibêjin me wek Kurd rolekî sereke ji şoreşa Sûriyê lîst. Me gavên pirr girîng avêtin, me herêmê xwe parast û sîstemek tê de avakir. Êdî kes nikare bi me gavan paşde bide avêtin. Em ê têkoşîna ya Sûriyêkî pirr demokratîk û pirr rengî de têkoşîna xwe em ê dewam bikin. Kurd êdî celadê xwe bi deste xwe nayîne ser desthilatdariyê. 
Endamê DBK Îlham Ehmed dazanîn wan bi rayadarên DYE, YE, Dewleta Tirk û Koalîsyona Niştimanî Sûriyê re li ser siberoja Sûriyê nêrînê xwe parvekirine û wiha got “Me li ser daweta rayadarên DYE, Konsolosa Elmanya, Nûnerê Yekîtiya Ewropa yê Tirkiyê, wezare karê derve yê Tirkiyê, wek şanda DBK çûn Tirkiyê û me hevdîtinan pêkanî. Di wan hevdîtina de, me bi giştî ji bo sibaroja Sûriyê nêrînê xwe bi wan hêzan re parvekir. Me wek Desteya Bilind Kurd li ser demokratîk kirina Sûriyê, rewşa di Sûriyê de wê çewa be û dê li ser çi hîma pêk were me xwest nêrînê xwe bigihîjîn hemû aliyan. Ev aliyan ku niha li ser Sûriyê xebat dikin û xwe wek hêzên çareserî dibinin û niha jî amadekariyê civîna Cenevrê dikin. Me jî berî civîn bê lidarxistin çewa li rewşê dinêrên bi wan re parvebikin.” 

Çi cûdatî di siyaseta dewletên Rojavayî û ya Tirkiyê de heye?

Guhertinek hêsan heye. Lê ew jî têgihiştîne ku bê Kurdan ne civîna Cenevrê çê dibe, ne jî bi ser dikeve. Ji bo wê jî bi çi şêwazî be bila bibe dixwazin Kurdan beşdar bikin. Lê esas him DYE, him Ewropî, him jî Tirkiyê dixwazin Kurd dinava Koalîsyonê de beşdarî civîna Cenevrê bibin. Lê dewletên wek Rûsya dixwaze Kurd wek hêzekî serbixwe beşdarî civîna Cenevrê bibin. Niha nêrînê ev hêzan evên ku yên herin civîna Cenevrê du alî bin ku yek ji wan rejîma Sûriyê be, ya din jî Opozîsyona Sûriyê be. Nêrîna Tirkiyê ji bo aliye opozîsyonê eşkereye ku dixwaze hemû aliye opozîsyonê dibin yek sîwanê de beşdarî civîna Cenevrê bibin, ev sîwana jî Koalîsyona Niştimanî Sûriyê tê dîtin.
Niha xuya biye ku ev hêzan naxwazin Kurd wek hêzekî bi bandor beşdarî civîna Cenevrê bibin. Dixwazin bi lewazî beşdar bibin û siyaseta xwe li ser Kurdan ferz bikin. Dixwazin Kurdên xwe çê bikin. Dema em dibêjin ENKS’ê jî, hinek partiyên nava ENKS’ê ev siyaseta napejirînin. Ev partiyên xwe wek yekîtiya siyasî binav kirine, di vê siyasetê de ısrar dikin. Em di wê baweriyê de ku wan partiyan naxwazin Kurd li Sûriyê bi îrade bin, dixwazin dinava Koalîsyona Sûriyê de ji bo xwe çend kursiyan bigrin. Ji bo wê her çend dinava Koalîsyonê de cihê girtin jî, niha di hejmara kursiyan de, kî wê cihê tê de bigre lihev nakin. 

Hûn guhertinek di siyaseta Tirkiyê dibinin?

Di aliye alîkariya çetande em bawer nakin wek berê alîkariya çeteyan bikin. Niha wan koman li Sûriyê pirraniya hêzên opozîsyonê xistine bin bandoriya û ev hêzan îro xwe binavê Dewlata Îslam Iraq û Bîlad El Şam binav dike wiha biçe wê li Sûriyê bibe hêzekî mayînde û ji bo dewletên herêmê û him jî dewletên rojavayî bibe metirsiyekî mezin.  Him dewletên Rojavayî, him jî Tirkiyê gihaştine wê baweriyê ku dê sibê ev çeteyan ji bo wan jî  dê bibe metirsiyek mezin. Berî niha Tirkiyê Kurdan ne dipejirand, înkar dikir, ne dixwest bibîne, lê niha neçarî qebûl kirinê biye. Hebûna Kurdan li ser sînor biye rastiyek ku kes nikare înkar bike. Ev du sale Tirkiyê siyasetek herî dijwar li ser Rojavaya Kurdistan meşand, lê ev siyaseta dewleta tirk bi serneket. Ne serkeftina siyaseta Tirkiyê , wan neçarî guhertinê dike. Qebûl kirina şandeya DBK tê weteya wê. 

Di dema we li Tirkiyê hevdîtina kir “dîwarî şermê” kete rojewê hûn çewa dinirxînin?

Ev çêkirina dîwar berî niha jî dihat nîqaş kirin, lê di vê demê de xistin pratîkê. Siyaseta ambargoyê ji aliyê Tirkiyê ve tê meşandin. Dixwazin ji Kurdan re wê bêjin, ya hûnê wek min bikin, yan jî ez ê we birçî bihêlim. Siyaseta birçî kirin û pişt re jî teslîm girtinê dimeşînin. Dinav bera hikûmeta Tirkiyê û a Başûrê Kurdistan peymanek di vê astê de heye. Ew jî heman siyasete birêve dibin. Ev jî ji aliyê xwe dibêjin yan dê Rojavaya Kurdistan di destê me debe yan jî nebe. Girtinên sînoran û dîwar lêkirin berdewama wê siyasetê ye. Heta hêwiya wan hêzan a serkeftinê hebe, dê vê siyasetê bidomînin. Lê Kurdên Azad tu carî teslîmî wê siyasetê nabe. 

Di dema şanda we li Tirkiyê bû, şandek ji ENKS’ê jî bi Dawûdoglu re hevdîtinek kir? Hûn wê çewa dibinin? 

Li gora agahiyê me dibû ew şanda ENKS’ê ji pênç kesan pêkbihatanan, lê sê kes tenê çûn. Mijara wan li ser esasê çewa beşdarbûna ENKS’ê a  Koalîsyona Niştimanî Sûriyê biye. Erka me û mijara me cûda bû. Em DBK ji aliyê DYE, YE û wezarete karêderve ya Tirkiye hatibûn dawet kirin û me di wan hevdîtinan de xwest ambargoya li ser Rojavaya Kurdistan rakin, rewşa sînor bi Tirkiyê re nîqaş bikin, alîkariya ji çeteyan re tê kirin bidin rawestandin û civîna Cenevrê bû.
Gelo li vir AKP’ê siyaseta PDK’ê diyar ya PDK’ê siyaseta Tirkiyê ya Rojavaya Kurdistan diyar dike?
Têkiliyê her partiyan yên aborî û berjewendiyên yên hevbeş, him PDK’ê, him jî AKP’ê di heman siyasetê de dike yeke. Niha her dû partî jî naxwazên Kurdên azad li Rojavaya Kurdistan bi îrada xwe jiyan bike.

Nêzakatiyên wan hêzan çewa bû?

Ji bo Şandeya Kurd deriye xwe vekirî hiştin ku hevdîtin berdewam bin. Nêrînê me yên ji bo sibêroja Sûriyê erênî hatin dîtin. Dîsan bi opozîsyona Sûriyê re ji bo cara yekê di vê astê de hevdîtinek bû. Ji bo hevdîtin dewam bikin û yek hizrek çêbibe lihev hatinek çêbû. 

Beşdarbûna ENKS ya Koalîsyona Niştimanî Sûriye lewaziyek çewa dinava hêzên Kurd çêkir?

Ji xwe ENKS’ê li dijî biryara DBK derketin. Bi ser navê Kurdan xwe nûner dane nişandan, bi tena xwe beşdarbûna Koalîsyonê li dijî biryara Desteya Bilind ya Kurd derketine.  Ev siyaseta ENKS’ê dimeşîne li ser esasê siyaseta Tirkiyê ye. Dewleta Tirk li gora xwe hinek hêzên Kurdan ji bo xwe baş dibine, hineka nebaş dibine. Tirkiyê hêzên Kurd yê nêzîkî xwe dibine dixwaze beşdarî Koalîsyonê Niştimanî Sûriyê bibin, bi hinek mafên kêm wan razî bike û dinav Koalîsyonê  de wan biheline. Û bi hinek mafê kêm ve ji herkesê bide xuya kirin ku, mafê Kurdan hatiye dayîn. Li vir armanca dubare li Sûriyê dewletek merkezî ava bibe. Li vir ENKS’ê ji bo dewleta merkezî dibe amûrek. 

Wek DBK wê hevdîtinê çewa bidomin?

Bi rayadarên DYE, YE û Tirkiyê re dê hevdîtinê me bidomin.