Ehmed Mustefa yê li Kobanê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Ehmed Mustefa yê li Kobanê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Ehmed Mustefa yê li Kobanê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Ehmed Mustefa yê di şer û pevçûnên Kobanê de birîndar bû û anîn Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Mehmet Akîf Înan a Riha jiyana xwe ji dest da.
Ehmed Mustefa (22) yê di êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê de birîndar bû, di 19’ê Îlonê de di Deriyê Sînorê Murşîtpinar re anîn navçeya Pirsûs a Riha. Mustefa yê tedawiya wî ya yekemîn li wir hat kirin, paşê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Mehmet Akîf Înan a Riha hat kirin û di beşa lezgîn de hat tedawîkirin. Mustefa yê ji serê xwe birîndar bibû tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin.
Çavlirê ye cenazeyê Ehmed Mustefa sibe di Deriyê Sînor ê Murşîtpinar re bişînin Kobanê.