Ehmed: Rûsyayê em vexwendin Moskowayê
Ehmed: Rûsyayê em vexwendin Moskowayê
Ehmed: Rûsyayê em vexwendin Moskowayê
Endamê Desteya Bilind ya Kurd Abdulselam Ehmed destnîşan kir ku, beriya du rojan wan weke Desteya Bilind bi Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêkanîne û got: “Desteya Bilind ya Kurdan ji aliyê Rûsyayê ve hatiye vexwendin û em dê di piştî 15’ê Adarê biçin Rûsyayê.” Ehmed anî ziman ku, “Pêwîstiya gelê Koban û Efrînê bi alîkariya Bakûrê Kurdistanê heye.”
Beriya du rojan Desteya Bilind ya Kurd ji bo hevdîtinê bi Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re hatin bajarê Hewlêrê. Ji endamên Desteya Bilind ya Kurd Abdulselam Ehmed di debarê hevdîtinên bi Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Barzanî û vexwendina wan ya Rûsyayê agahî dan. Endamê Desteya Bilind Ehmed da diyarkirin ku, ji ber ku ew jî li Sûriyeyê aliyekî bingehîn û beşek mezin yê Rojavayê Kurdistanê temsîl dikin û dixwazin li Sûriyeyê pirsgirêk bi awayekî diyalog û aştiyane pêkbê, di nava têkiliyên siyasî û dîplomasî de ne.
RÛSYAYÊ DESTEYA BILIND VEXWEND MOSKOWAYÊ
Ehmed balkişande ser rolê Desteya Bilind û got: “Ji ber ku Desteya Bilind ya Kurd di nava gelê Kurd de weke vîn tê naskirin û beşek mezin yê Rojavayê Kurdistanê temsîl dike. Li Herêma Kurdan li gel Ereban, Sûryaniyan û Kurdan aramiyek heye û her wiha Rûsya jî alîgirê çareseriyekî aştiyane û siyasî ye ji bo wê em vexwendîn Moskowayê.” Ehmed di derbarê serdana Rûsyayê de agahîdan û diyarkir ku, “ Rûsya bixwe pêşniyar kiriye kû heyetek ji Desteya Bilind biçe Rûsyayê. Gotine em amadene li welatê xwe Desteya Bilind pêşwazî bikin. Dibe kû heyet piştî 15’ê Adarê biçe Rûsya. Dê hevdîtin bi Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser rewşa Sûriye û di nav de jî Kurdan were kirin. Ne diyare Desteya Bilind dê bi Serok Dewletê Rûsya Wilademîr Pûtîn re hevdîtinê çêbikin ya na, lê belê hevdîtina me dê bi Wezareta Derve re be.”
Endamê Desteya Bilind Abdulselam Ehmed têkildarî hevdîtinên bi Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ku ew jî beriya demekê çû bû Rûsyayê re jî axivî û aşkera kir ku, “Weke kû me ji Birêz Barzanî jî fêmkir, di aliyê çareserkirina pirsgirêka Kurd ya birêya aştiyane de Rûsya xwedî fikreke, dixwaze di çarçoveyekê de bê çareser kirin, Serok Dewletê Rûsyayê Putîn bi xwe gotibû beriya Sûrye bikeve vê rewşê, pirsgirêka Kurd çareser bike. Weke tê zanîn îro gelê Kurd li herêmê dibin xwedî statû. Berxwedan û karûxebatê gelê Rojava li tevayî cîhanê bûye rojev, Rûsya jî aliyek û bandora wê li ser siyaseta Sûrî heye.”
Ehmed di derbarê hevpeymana li Serêkaniyê jî destnîşan kir ku, li Serêkaniyê piştî berxwedanek pir mezin ya YPG’ê serket, peyman hate îmzekirin. Ehmed bilêv kir ku, ev peyman di asta îtîfaqên leşkerî bi navbeynkariya Mîşel Kîlo û di asta Desteya Bilind de pêkhat. Ehmed anî ziman ku, tê xwestin ev peyman di demên pêş de di asta îtîfaqên siyasî de jî bê îmze kirin. Ehmed bilêv kir ku, “Cephet El Nûsre komekî cudaye ne dibin siya Artêşa Azad de ye herwiha bernameya wê jî cudaye û cûda tevdigere.”
‘PÊWÎSTIYA GELÊ KOBANÊ Û EFRÎNÊ BI ALÎKARIYA BAKÛR HEYE’
Endamê Desteya Bilind ya Kurd Abdulselam Ehmed balkişande ser alîkariyên ji bo Rojavayê Kurdistanê tên û da zanîn ku, Rojavayê Kurdistanê qadekî berfirehe, alîkariyên ku hatine ji aliyê saziyên civakî ve li gel tên belavkirin. Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku, “Lê belê hinek qadên weke Efrîn û Kobanê ku em weke Desteya Bilind nikarin alîkariyê bigehînin wana, pêwîste gelê me yê li Bakûrê Kurdistanê alîkariyê bigehîne Koban û Efrînê. Pêwîstiya gelê me yê Koban û Efrînê bi alîkariyê heye. Heya niha tu alîkarî neçûne. Gelê me yê Tilhasilê jî diheman rewşê de ye, gelê me yê li wir di navbera pevçûnên hêzên rejimê û Artêşa Azad de mane.”