Ehmed Turk: Barzanî bivir li lingê xwe dixe
Ehmed Turk: Barzanî bivir li lingê xwe dixe
Ehmed Turk: Barzanî bivir li lingê xwe dixe
Heyetek ji BDP'ê ku di nav de Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk jî hebû, çû sersaxiya malbata Îdrîs Akgul ê di encama topa hewana çeteyan de jiyana xwe ji dest da. Turk nerazîbûn nîşanî astengkirina çûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslim a ji bo Başûrê Kurdistanê da û got, "Kek Mesûd bivir li lingê xwe dixe."
Ji bo malbata Îdrîs Akgul ê ji ber topa hewana çeteyên El Qaîdeyê li taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Riha Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da, li gundê Axirtoşê konê sersaxiyê hat vedan û serdan dewam dikin. Li gel Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk, endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Mehdî Aslan, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Rihayê Leyla Akça, Şaredarên Wêranşar û Serêkaniyê gelek kes çûn sersaxiyê. Turk û heyeta pê re ji aliyê malbata Akgul û gundiyan ve hatin pêşwazîkirin. Turk û yên pê re derbasî binê kon bûn û ji malbatê re sersaxî xwestin. Şaredarê Serêkaniyê Îsmaîl Arslan di axaftina xwe ya li serdanê de xwest, Tirkiye tavilê li dijî êrîşên çeteyan tedbîran bigire.
Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk jî da xuyakirin ku piştî zilma hezar salan Kurd îro di encama berdêlên giran de xwe gihandiye asteke nû û destnîşan kir ku ew ne dijminê ti gelî ne. Turk anî ziman ku ew alîgirê biratiya gelan e û diyar kir ku hêzên serdest dixwazin gelê Kurd ji holê rakin û got, "Dixwazin li Rojhilata Navîn gelan bînin pêşberî hev, li Rojava Kurd têkoşîna azadî û hebûnê dimeşînin. Çete bi qasî dijminê Kurdan e, ewçend dijminê Ereban e."
Ehmed Turk di dewama axaftina xwe de nerazîbûn li astengkirina çûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê nîşan da û got, "Kurd sînorê xwe li Kurdan digire. Kek Barzanî bivir li lingê xwe dixe. Ev helwesta wî dikare di nava Kurdan de rê li ber encamên neyînî veke. Eger em nebin yek, emê bandora xwe ya li cîhanê winda bikin. Yekbûyîn û yekitiya me, dê bi dijminên Kurdan re gavan bide avêtin."
Ehmed Turk bibîr xist ku tevî Akgul li Serêkaniya ser xetê heta niha 5 kes di encama êrîşên çeteyan de jiyana xwe ji dest dane û got, "Divê Tirkiye li hemberî van çeteyên ku wê di pêşerojê de bibin belayê serê wê, tedbîran bigire." Ehmed Turk axaftina xwe bi gotina pêşiyan; "Ga dimire çerm dimîne, Mêr dimire nav dimîne" bi dawî kir.