Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînecad serdana xwe ya fermî ya Tirkiyeyê ku dê îro pêk bianiya betal kir. Balkêş bû ev yek piştî Tehranê ji ber fuzeyên Patriot hişyarî da Tirkiyeyê pêk hat.
Serokomarê Îranê Mehmûd Ehmedîcad ji bo çalakiya bîranîna helbetvanê Faris ê sedsala 13’emîn ku dê li Konyayê pêk bê hatibû vexwendin.
Li gorî çapemeniya Îranê, dihat payin ku Ehmedînecad bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk bîne.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Mehrê, şefê Berpirsê Peywendiyên Navneteweyî yê Serokomartiyê Muhemed Reza Forganî diyar kir ku ji ber rojimêriya Ehmedînecad tije ye, nikare biçe serdana Tirkiyeyê û serdan hate betalkirin.
Beriya betalkirina vê serdanê, Wezîrê Derve yê Îranê Elî Ekber Salihî bicihkirina fuzeyên Patriot li Tirkiyeyê weke “provakasyon” bi nav kiribû.
Rojaş şemiyê Serfermandarê Artêşa Îranê Hesen Firûzabadî diyar kir ku Patriot ji bo “şerek ê cîhanê” yê ku ji aliyê welatên Rojava ve tê plankirin li Tirkiyeyê tên bicihkirin.
Wezîrên Derve yê welatên NATO’yê roja 30yê mijdarê li hev civiyan û bi hinceta “êrîşên ku ji Sûriyeyê bên” biryar dan ku li Tirkiyeyê sîstemên fuzeyên patriot bi cih bikin.