Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad di daxuyaniya da çapemeniya Alman bi lêv kir ku, sala pêşiya me ji ber ku dê wextê peywira wî bi dawî bibe, dest ji siyasetê berde û vegere jiyana zanîngehê.
Ehmedînejad ku roja yekşemê hevpeyvînek li gel rojnameya Frankfurter Allegemeine pêk anîbû û destnîşan kiribû ku, sala pêşiya me demê peywira wî bi dawî dibe, ew êdî siyasetê berdewam nake û dê vegere jiyana xwe ya zanîngehê. Ehmedînejad da zanîn ku, belkî jiyana xwe ya zanîngehê berdewam bike, lê tu partiyên siyasî û rêxistinan ava nake.
Bi vî awayî Ehmedînejad texmînên weke Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ku alîkarê xwe anî ser peywirê û piştre dîsan peywira xwe dewir girt, derew derxist.
Ehmedînejad ji bo serokkomartiyê jî bi gotina, “Heşt sal bes in” ragihand.
Li gorî zagonên Îranê, serokkomar tenê dikarin du caran ser hev peywirê bigirin. Ehmedînejad jî dê di Tebaxa 2013’an dest ji peywira xwe berde.