Ekvador dê mafê penaberiya Assange nas bike

Ekvador dê mafê penaberiya Assange nas bike

Hat ragihandin ku Serokdewletê Ekvadorê Rafael Correa qebûl kiriye ku ji bo damezrênerê Wikileaksê Julian Assange mafê penaberiyê bê nasîn.

Yek ji rayedarên Ekvadorê nexwest navê xwe aşkere bike, ji ajansên navneteweyî re axivî û ragihand ku ji bo ku ji bo damezrênerê Wikileaksê Julian Assange yê ku di balyozxaneya Evkvador a Londonê de ye mafê penaberiyê dê bê nasîn.

Serokdewletê Ekvadorê Rafael Correa, di daxuyaniya dabû de ragihandibû ew ê di nava hevteyekê de biryarek der barê rewşa Assange de bidin.