Wezîrê Derve yê Ekvadorê Ricardo Patino di daxuyaniya îro weşan de ragihand ku welatê wî serlêdana damezrênerê malpera Wikileaks Julian Assange qebûl kiriye.
Assange, bi îdîaya sucê tecawiz û êrîşa zayendî, li ser daxwaza Swêdê Îngilîstanê biryar da ku radest bike. Lê Assange di meha hezîranê de xwe spart balyozxaneya Ekvadorê ya li Londonê û ji bo penabertiyê serlêdan kir.
Patino diyar kir ku risk heye ku Swêd Assange radestê DYA’yê bike û ragihand ku ew serlêdana penabertiyê ya Assange qebûl dikin.
Hêjayê gotinê ye Wezîrê Derve yê Ekvadorê Ricardo Partino di daxuyaniya duh da de ragihand ku Îngilîstanê ji ber damezrênerê Wikileaksê Julian Assange di balyozxaneya wan a Londonê de ye, gef li wan xwariye ku ew ê bikevin hundirê balyozxaneya wan.
Patino ragihand ku welatê wî Ekvador dê îro biryara xwe ya der barê Assange de saet di 14.00 de aşkere bike û diyar kir ku Înglîstanê ji bo girtina Assange gefa ew ê bikevin hundirê balyozxaneya wan xwariye.
Patino nerazîbûnek tund nîşanî vê gefa Îngilîstanê da û got; “Me îro nameyek girt ku têde dibêje ger hûn Assange radestê me nekin, em ê bikevin hundirê balyozxaneya we ya li Londonê. Ekvador bi awayeke aşkere û zelal van gefan red dike.”
Pantino got; “Ger tiştên di vê nameyê de hatine gotin bên kirin, Ekvador vê yekê qebûl nake, dê vê çalakiyek weke çalakiyeke ne dostane bibîne û dê weke çalakiyeke dijminane bibîne û bersiv bide. Em ne mêtîngehek a Înglîzan in.”