El Ekrad li çeteyan da: Gundek hat rizgarkirin, 10 çete hatin kuştin

El Ekrad li çeteyan da: Gundek hat rizgarkirin, 10 çete hatin kuştin

Eniya El-Ekrad gundê Tilêlîn ê li derdora bajarê Ezazê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Di çalakiyeke El Ekrad a li gundê Til Ehmer ê Babê de 10 çete hatin kuştin.

Tûgaya Eniya Kurdan (El Ekrad) bi alîkariya tûgayên Fecir El-Huriyê gundê Tilêlîn ê ku dikeve bakurê bajarokê Marii yê girêdayî bajarê Ezaz, duh piştî pevçûnên dijwar  ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, di encama pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin. Çeteyên DAIŞ'ê navenda gund û derdora wê bi topên hawanê topbaran kirin. Lê di encamê de tu ziyan çênebûn.

Di heman demê de, El-Ekrad li hemberî baregeheke çeteyan a li gundê Til Ehmer ê li derdora bajarê Babê çalakiyeke bi bandor lidar xist. Di encamê de 10 çete hatin kuştin û zêdetirî 30 çete birîndar bûn.