‘El-Nusra 8 rojan êşkence li me kir’
‘El-Nusra 8 rojan êşkence li me kir’
‘El-Nusra 8 rojan êşkence li me kir’
Welatiyê Kurd ê Omer Huso got ku li wî û 12 hevalên 8 rojan di zîndanên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/ Eniya El- Nusra de hate êşkencekirin.
Welatiyê Kurd ê bi navê Omer Huso yê 50 salî û 12 hevalên wî dema dixwestin ji Lubnanê vegerin Kobanê, li bajarê Cerablusê ji aliyên komên çete yên El- Nusra ve têne ragirtin. Huso derbarê ragirtina xwe û êşkenceya li wan hat kirin ev tişt anîn ziman: “Ez û 12 hevalên xwe ji Lubnanê vedigeriyan Kobanê, di rê de li bajarê Cerablusê Heyeta Şerîetê dema ku pê hesiyan em Kurd in em ragirtin û avêtin zîndanê. Di zîndanan de gelek welatiyên Kurd hebûn."
'EZ JI SER HIŞÊ XWE ÇÛM'
Huso diyar kir ku endamên komên çete ew birine odeyeke ku ji êşkenceyê re hatiye amadekirin, Huso got, "Destê min girêdan û bi qamçiyan li min xistin. Dema li min dixistin gefên kuştin û serjêkirinê li min dixwarin. Ji lêdanê ez ji ser hişê xwe ve çûm. Ji ber lêdana li min kirin min nikarîbû li ser lingên xwe bisekinim jî, bi zorê ji min dixwestin ku nimêj bikim.”
'GELEK KURD DI DESTE EL NUSRA DE NE'
Huso ku piştî 8 rojan di encama peymana heremî ya di navbera Desteya Bilind a Kurd û Artêşa Azad de hate berdan. Huso diyar kir ku gelek welatiyên Kurd hîn di zîndanên komên çete de hene.