El Nusra jî dê li gorî peymana bi Kurdan re tevbigere!
El Nusra jî dê li gorî peymana bi Kurdan re tevbigere!
El Nusra jî dê li gorî peymana bi Kurdan re tevbigere!
Li Rojavayê Kurdistanê piştî pevçûna bi şîdet ya 15’e rojan Kurd û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) peymanek çêkirin û hate hînbûn ku komên cîhanê El Nusra û Koma El Şam jî dê li ber peymanê bê.
Piştî pevçûnên tund yên Serêkaniyê Kudan û Artêşa Azad a Sûriyeyê peymanek ji 11 xalan pêk dihat roja 17’ê sibatê îlan kirin. Pevçûnan li ser hatina çekên giran a ji ser Tirkiyeyê ya ji bo komên çekdar dest pê kiribû.
Di navbera heyeteke bi pêşengiya nivîskar û muxalîfê çepgir yên Sûriyeyê Michel Kîlo û Desteya Bilind a Kurdan (DBK) de di 6’ê Sibatê de hevdîtinek pêk hatibû. Hevdîtina piştre jî berdewam kir. Di vê navberê de pevçûn jî rawestiyan. Hate hînbûn ku peyman di navbera Kurd û Konseya Leşkerî ya Artêşa Azad de pêk hatiye.
Michel Kilo ji AFP’ê re axivî û got: “Artêşa Azad li ser navê hemû koman ji bilî eniya El Nusra ku di pevçûnên dawî de cih negirtibû îmze kir. Lê El Nusra jî tevli nîqaşan bûn û soza ku dê peymanê bin pê neke da. Piştî el Nusra koma îslamî radîkal El Şam jî piştgirî da vê peymanê. Niha li Serêkaniyê kêm şervan mane.”
Ji Artêşa Azad Albay Hasan El Abdullah û ji Eniya El Nusra jî Fahd El Gaad tevli civîna dawî bû. Kilo bal kişand ser girîngiya peymanê.
Di peymana ku ji 11 xalan pêk tê de, xalên weke divê bi taybet komên çekdar ji bajar derkevin, ji bo rêveberiya bajar mecliseke sivîl bê avakirin, li têketina bajar de nokteyên kontrolê yên hevpar ên YPG û Artêşa Azad bê avakirin û ji bo rizgarkirina bajarên din bin kontrola rejîmê de YPG û Artêşa Azad bi hev re tevbigerin.
JI MEHA MIJDARÊ Û VIR DE SÊ CARAN ÊRÎŞ PÊK HAT
Di 16’ê çile de komên çekdar ji ser Tirkiyeyê çekên giran û tank anîbûn Rojavayê Kurdistanê û êrîş kiribûn. Bi hezaran endamên komên çekdar di êrîşan de cih girt. Hêzên YPG’ê 15 rojan li dijî van şer kir û komên çekdar wendahiyeke mezin dan û vekişiyan sînorê Tirkiyeyê.
Di 12-14’ê kanûna 2012’an de di navbera YPG û komên bi piştgiriya Tirkiyeyê xwe bi rêve dibin de pevçûn derketin. Koman wendahiyeke mezin da û peymaneke agirbestê hatibû kirin. Di vê peymanê de jî dihat gotin ku li bajar konseyeke bajar bê avakirin û komên çekdar vekibişin. Komên di bin Artêşa Azad de tevdigeriyan di 16’ê çile de dîsa êrîş kir.
Di 19’ê mijdarê de Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê hate qetilkirin û piştî vê pevçûnan dîsa dest pê kir. di 21’ê mijdarê de şervanên El Nusra û El Şam ji ser Tirkiyeyê êrîşê Serêkaniyê kir. Di pevçûnan de komên çekdar nêzî 60 wendahî da. Amûr û çekên wan hatin desteserkirin. Di navbera 19 û 23’ê mijarê de serokê Konseya Gel û çar şervanên YPG’ê û endamên Konseya Gel jiyana xwe ji dest da. Komê çekdar di 25’ê mijdarê de neçar man xwe bikêşin sînorê Tirkiyeyê.