El Partî li ser sûc hatin zevtkirin
El Partî li ser sûc hatin zevtkirin
El Partî li ser sûc hatin zevtkirin
Asayîşa Navçeya Cindirêsê şevê din 3 endamên El Partî ya girêdayî Ebdulhekîm Beşar, bi bombeyên destan û bêtêlan hatin binçavkirin. Endamên Partiya Azadî û El Partî yên ku di çarçoveya jêpîrsîna der barê teqînên Efrînê de hatibûn girtin jî li xwe mukur hatin ku wan piştî êrîşan li avahiya El-Partî ji bo êrîşên nû civîna veşartî çêkirine.
Çavkaniyên Asayîşê diyar kirin ku duh bi şev 3 endamên El Partî yên bi navê Mehemed Emîn Ebdo, Ehmed Zekeriya Xeyrî û Hisên Ehmed Berekat ji aliyê yekîneyên wan ve hatine binçavkirin. Hate gotin ku bi van kesan re 2 bombeyên destan, 2 cîhazên bêtêl, belgeyek ku fermana partiyê tê de heye û dûrbûnek hatiye desteserkirin. Hate diyar kirin ku hersê kes di nava hewldana ku êrîşek bombeyî pêk bînin de bûn.
Jêpirsîna hersê kesan didome.
PARTIYÊN AZADÎ Û EL PARTÎ JI BO ÊRÎŞAN CIVÎNÊN VEŞARTÎ ÇÊ DIKIN
Endamên Partiya Azadî û El Partî yên ku di çarçoveya jêpîrsîna der barê teqînên Efrînê de hatibûn girtin li xwe mukur hatin ku wan piştî êrîşan li avahiya El-Partî ji bo êrîşên nû civîna veşartî çêkirine.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyek Asayîşa Efrînê dane El Partî ya girêdayî Ebdulhekîm Beşar û Partiya Azadî ya girêdayî Mustefa Cuma li avahiya El Partî ya Efrînê civînên veşartî lidar dixin û planên êrîşên li ser herêmê çêdikin.
Heman çavkanî destnîşan kir ku ev yek ji aliyê endamên her du partiyan ên ku ji ber êrîşên bombeyî hatibûn binçavkirin ve hatiye îtîrafkirin. Çavkaniyê Asayîşê anî ziman kesê bi navê Beyazit Mehemed Memo ku bi navê Bozan tê nasîn û teqîna li pişt rawestgeha Efrînê pêk anîbû, piştî hate binçavkirin li xwe mukur hatiye ku berpirsyarê planên êrîşên Efrînê kesê bi navê Siyamend Birîm Îbrahîm e.
Heman çavkanî destnîşan kir ku berpirsyarê Partiya Azadî yê Efrînê Ebdurrehman Neesan ku ew jî hatiye binçavkirin, îtîraf kiriye ku wan piştî teqîna li rawestgeha Efrînê ya di 5’ê Îlonê de pêk hatibû, li avahiya El Partî civîna veşartî lidar xistiye û planên êrîşên din çêkirine.
Çavkaniyê Asayîşê got ku ewê wekî Asayîşa Efrînê di rojên pêş de derbarê mijarê da agahiyên zelal bidin raya giştî.