El Qaîdê piştgirî da êrîşa li Hewlêrê

El Qaîdê piştgirî da êrîşa li Hewlêrê

Di derbarê êrîşa îro piştî  nîvro  13:30’an de ya li hemberî  Midûriyeta Asayîşa Hewlêrê El-Qaîdê di tûra civakî Twitterê piştevaniya xwe ya ji bo êrîşê diyar kir.

El-Qaîdê bi nivîsekê ku li ser Twitterê belav kiriye de dibêje; “Gelek êrîş bi rêya teqîn û şerkirinê bi ser avahiya asayîşê û wezareta navxweyî li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê pêk hatin, Xwedê piştevanê êrîşkaran be.”

Îro li bajarê Hewlêrê li dijî Asayîşa Giştî ya Hewlêrê êrîşên bombeyî  rû dan û li gor daxuyaniya Midûriyeta Asayîşa Giştî ya hikûmeta Başûrê Kurdistanê 6 pêşmergeyan jiyana xwe dest da û 62 kes jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve jî Dewleta Îslamî ya Êraq û Şamê li bi rêya tûra civakî di Facebookê teqîna li Hewlêrê di nûçeyeke lezgîn de dabû û nivîsîbû: “Hêviya me ji Xwedê asayîş û palpiştên wan ji nav bibe.”