El Qaîdeyê niha jî gefê li li Kurdên li Mûsilê dixwe!
El Qaîdeyê niha jî gefê li li Kurdên li Mûsilê dixwe!
El Qaîdeyê niha jî gefê li li Kurdên li Mûsilê dixwe!
Dewleta Îslamî ya Iraq-Şam a ji meha Tîrmehê û vir ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike û sûcên li dijî mirovahiyê dike, tê gotin gef li Kurdên li Şabak a Mûsilê xwarine.
Li gorî nûçeyan di malpera înternetê ya rojnameya Rûdawê de, rêxistina bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq-Şam'ê gef li Kurdên li bajarê Mûsilê xwariye û xwestiye di nava sê rojan de bajêr biterikînin.
Li gorî rojnameyeke bi navê Seîd Mem û Zîn, di nava du rojên dawî de 25 malbatan Mûsil terikandine û derbasî Başûrê Kurdistanê bûne.
Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Herêm Kurdistana Federal heta niha derbarê mijarê de daxuyanî nedane.