Ela'i Qasimê li Serêkaniyê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Ela'i Qasimê li Serêkaniyê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Ela'i Qasimê li Serêkaniyê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Endamê Partiya Pêşvero ya Kurd li Sûriyeyê Ela'i Qasim ku di pevçûnên li Serêkaniyê de giran birîndar bibû, îro li nexweşxaneya Qamişlo jiyana xwe ji dest da.
Endamê Partiya Pêşvero ya Kurd ya li Sûriyeyê Ela'i Qasim ku di pevçûnên li Serêkaniyê de, di 24'ê Çileyê de ji serê xwe û singa xwe giran birîndar bibû, ew rakirin nexweşxaneya Qamişlo, îro di nexweşxaneya Qamişlo de jiyana xwe ji dest da.
Endamê Partiya Pêşvero Ela'i Qasim beriya ku birîndar bibe ji Serêkaniyê vîdeoyek li ser youtubê belav kir, diyar kir ku şerê li Serêkaniyê şerê rûmetêye. Her wiha Qasim soz da ku ew heta dawiyê wê Serêkaniyê biparêzin. Qasim di dawiya axaftina xwe de jî dibêje, PKK li Serêkaniyê tuneye yên ku li Serêkaniyê şerdikin Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Her wiha Qasim da zanîn ku, ji hemû pêkhatiyan cihê xwe di nava YPG'ê de digrin.